Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin 2024-09-08 17:53:17   AMED - Di çarçovye lêpirsîna têkildarî kuştina Narîn Guranê hatiye destpêkirin de 21 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de 7 şêniyên malbatê jî hene. Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guran hate dîtin. Cenazeyê Guranê di nava çewalekî de 3 kîlometreyan dûrî gund, nava ava çem de wek veşartî hate dîtin û niha ji bo karûbarên otopsiyê li Saziya Tipa Edlî (ATK) ye. Bi dîtina cenaze lêpirsîn hatê destpêkirin. Di lêpirsîna têkildarî kuştina Guranê hatiye destpêkirin de derbarê 21 kesan de biryara binçavkirinê hate derxistin.   Têkildarî mijarê Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç bi ser hesadaxuyanî da û diyar kir ku ji bo lêpirsînê yek Vekîlekî Serdozgeriya Komarê, 3 dozgerên komarê hatine peywirdarkirin. Tunç destnîşan kir ku karûbarên otopsiyê yên Narîn Guranê berdewam dikin û derbarê 21 kesan de jî biryara binçavkrinê hatiye dayîn. ENDAMÊN MALBATÊ JÎ HATIN BINÇAVKIRIN Ji bo cenazeyê Narîn Guranê li goristana Taxê gorek hate kolandin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dayik Yuksel Guran, bav Arîf Guran, birayê wê Enes Guran, kekê wê Baran Guran û hersê mamên wê jî di nav kesên hatine binçavkirin de cih digirin.