MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî 2024-09-08 18:28:49   AMED - MED-DER xwest astengiyên li pêşiya zimanê kurdî werin rakirin û kurdî wek zimanê fermî were qebûlkirin.     Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî li pêşiya avahiyê komeleyê daxuyanî da. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Sedîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hate vekirin û diruşma “Zimanê kurdî rûmeta me ye” hate berzkirin.    Di daxuyaniyê de Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray daxuyaniyekî kurd da, bal kişand ser zexten li dijî zimanê kurdî û anî ziman ku divê her kes li her derê zimanê xwe yê zikmakî biaxive.    ‘ASÎMîLASYON ZÊDE DIBE’   Hevseroka MED-DER’ê Şûkran Yakût derbarê mijarê de daxuyanî da, bi bîr xist ku serdema perwerdehiyê dest pê dike û da zanînku careke din zarokên kurdan bi polîtîkayên asîmîlasyonê tên asîmîlekirin. Şûkran diyar kir ku zimalê zarok li malê hîn bûye ji zimanê dibistanê cudatir e û wiha axivî: “ Zimanê li malê hîn bûne û yê li dibîstanê hîn dibin li hev nayê. Zarok di navbera du zimanan de bêziman dimînin. Ji bo wê, hin malbat dev ji kurdî berdidin. Bi zarokên xwe re êdî bi tirkî xeber didin. Bi vê şêwazê him bişavtin û him jî xwebişavtin roj bi roj pêş ve diçe û ziman û çanda gelê kurdî ber bi tunebûnê ve diçe.”   Yakut bi bîr xist ku Tirkiye ziman û çanda xwe bi ser tunekirina ziman û çandên din ava kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala xwe li gorî netewedewletê, ango li gor yek ziman, yek mîlet û yek çandê ava kirin. Dewleta xwe li ser esasen nijadperestiyê ava kirin. Ji bona wê di dibistanên fermî de jî kar û barên xwe li gorî vê hişmendiyê didin meşandin. Mafên zarokên kurdan hene bi zimanê dayîkê perwerde bibinin.. Di vî warî de, divê Turkiye li gorî Peymanên Navdewletî tevbigere, ne li gorî huqûqa qolonyaliyê tevbigere.”   NEZANÎNA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DIBE LEWAZÎ Û QELSÎ   Yakût xwest astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bi temamî werin rakirin û wiha pê de çû: “ Em wek Med Der dibêjin bila zimanê Kurdî bibe Zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê. Perwerdehiya bi kurdî daxwaza sereke ya gelê kurd e. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê pir girîng e. Ji bo kurdan pîvana welathezî û neteweperweriyê ya sereke axaftina bi kurdî ye. Ziman di dibistanan de neyê bi karanîn ev ziman bi pêş nakeve. Li gor pedegojiyê jî, dema zarok zimanê dayîkê baş hîn nebe û nizanibe, bixwebaweriya wê/î kêm dibe. Wêrekiya wê/î wenda dibe. Ji jiyana civakê ditirse. Di kesayetiya wê de, di xuy û xusetê wê de, lawazî û qelsî çê dibe.”   ‘BILA SIYASETMEDAR KURDIYÊ PIŞTGUH NEKIN’   Yakût bal kişan ser peymanên navneteweyî û wiha pê de çû: “Li gorî Peymana Yekitiya Neteweyan, mafên her zorokî/ê heye ku bi zimnê dayîkê perwerde bibine û zimanê xwe bi kar bîne. Li Turkiyê, zarokên zurdan ji vî mafên xwe yê rewa û xwezayî bêpar tên hiştin. Bangawaziya me ji bo gelê kurd û siyasetmedarên kurd ev e: Bila siyaseta kurd, kurdî paşguh mekin. Bila kurdî bi kar bînin. Bi vê şêwazê qada xwe ya rewa firehtir bikin. Bila xwedîlêderketina îdari û siyasî ya çand û zimanê Kurdî êdî bibe peywira bingehîn ya siyasete kurd.”   ‘BI PÊŞXISTINÊ ZIMAN BIQÎMET DIBE’   Yakût ji bo hestiyariya kurdî bang li malbatan kir û wiha got: “Pirsgirêka gelê kurd ya herî xemgîn, xwepişaftin e. Xwe ji çand û zimanê xwe dûr nexin. Zimanê û çanda me bingeha hiş, bîr û baweriya me ye. Em wî di nasandina dinyayê, nasandina çand û dîroka xwe de bi kar tînin. Sînorê zimanê me sînorê cihana me ye. Em zimanê xwe bikin zimanê axaftina rojane. Pêşketina zimên bi bikaranîna wî ve girêdahiye. Bi asta xwendin, nivîsandin û axaftina wî ve girêdahiye. Bi pêşketina zimanê kurdî, zimanê me di nava zimanê cihanê de ew ê cihê xwe yê birûmet bigire. Bangawaziye me ya sereke  ji dewletê ev e.  Em dibêjin, çand û zimanê Kurdî ji aliyê dewletê ve di çarçoweyeke teng de nehêlin. Pêşiya çand û zimanê Kurdî vekin. Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û hîndekariyê yê duyemîn. Her tişt li ser esasen wekheviyê çareser dibe. Ev jî di bipergalên demokratik de çareser dibe.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.