Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin 2024-09-08 21:25:37   AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren anî ziman ku faîlên Narîn Guranê dibe ku li derve bin û diyar kir ku ji bo encamên biyolojik û potolojîk divê li benda raporan were sekinîn.    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guran hate dîtin. Cenazeyê Guranê di nava çewalekî de 3 kîlometreyan dûrî gund, nava ava çem de wek veşartî hate dîtin û niha ji bo karûbarên otopsiyê li Saziya Tipa Edlî (ATK) ye. Bi dîtina cenaze lêpirsîn hatê dertpêkirin. Di lêpirsîna têkildarî kuştina Guranê hatiye destpêkirin de derbarê 21 kesan de biryara binçavkirinê hate derxistin.     Bendewariya li pêşiya ATK’ê didome. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan kir ku ew ji bo lêpirsîn bi tenduristî were meşandin, baldar tevdigerin  û bilêv kir ku ew ê li gorî rêgezên veşarî tevbigerin. Eren wiha axivî: “Îro wekî ku hûn jî dizanin agahiyekî ku tevahiya welat jê bandor bûye hat. Helbet karûberên otopsiyên yên 8 saetin didome hene. Wekî raya giştî jê haydar e Narîn Guran di nava kîsekî de, di nav çem de hatiye veşartin û kevir danîne ser laşê wê. Tevî  hemû tiştên wê, Narîn bi xwe jî di torbeyî de bû, şimik jî di torbeyî de bûn. Edî ev hemû tişt delîl in. Hemû mînakên ji kîs hatine derxistin, bi baldarî hatin derxistin. Lewma karûbarên komkirina delîlan ên ewil nîzê 3 saet dom kirin. Karûbarên otopsiye yên derve jî nêzî 2 saet û nîv, sê saetin didomin jî ber bi dawîbûnê ne.”     ‘LÊKOLÎNÊN PATOLOJÎK Û BIYOLOJÎK DIDIMIN’   Eren da zanîn ku beyî encamên lêkolîn û raporên patolojîk û biyolojik, derbarê dosyeyê de axaftin ne pêkan e û axaftia wiha  domand: “Niha ji bo karûbarên otopsiye nêzî 13-14 pispor dixebitin. Divê em li benda parvekirina encamên raporan bisekinin. Mixabin li gorî agahiyên me ji dozgeriyê girtine, ji ber 19 roj bi ser bûyerê derbas bûne laşê Narînê xera bûye, lewma diyarkirina sedema mirinê û çawaniya wê girêdayî encamên lêkolînên patolojîk û biyolojîk in. Îhtîmaleke mezin dê têkildarî mijarê saziyên eleqedar daxuyaniyekî bikin. Lewma derbarê çawaniya kuştinê de gotinek zelal nayê gotin.”    ‘DIBE KU FAÎL LI DERVE BE’   Eren diyar kir ku dibe faîl li derve jî be û bi bîr xist ku pêwîst e hesasiyetên raya giştî berçav werin girtin. Eren gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Karûbarên binçavkirinan, girêdayî karûbarên otopsiyê ne. Ne li gorî biryarên ku girêdayî delîlekê hatine girtin in. Jixwe piriya wan an wek bersûc an jî wek kesê îfade dane, hatine ragirtin. Lewma tu kes ji ber delîlekî şênber ê ser bedena Narînê nehatiye girtin. Divê em li benda encamên raporan bin.”