Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike? 2024-09-08 21:40:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku qetilkirina Narîn Guranê hate şermezarkirin de bi gotina “Bila zilma tarîkat û malbatê bi dawî bibe” pirsa “Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?” hate kirin.     Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guranê hate dîtin. Şermezarkirinên li bajaran ên piştî dîtina cenazeyê Guranê didomin.    EDENE    Meclisên Jinan û Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin li Parka Ataturkê ya Edeneyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Jinên ku bertek nîşanî qetilkirina hovane ya Narîn Guranê dan, wiha bang kirin: “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn.”   ‘QEDERA ZAROKAN NE MIRINE’     Ecem Sena Mûtlay a li ser navê platformê daxuyanî da, bal kişand ku TUÎK ji sala 2016’an ve daneyên zarokên windabûyî aşkere nekirine û wiha got: “Qedera zarokan ne mirine.” Mûtlay wiha berdewam kir: “Hûn bi bêdengbûnê nikarin rastiyan ji holê rakin. Hêj çend zarokên din dê weke Narînê dê di temenê biçûk de bên kuştin? Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê çi karî dike? Peywîra wezaretê tenê ew e ku pîroziya malbatê vebêje? Hûn napirsin ka ew malbat ew zarok çi dikin?”   ‘QANÛNA PARASTINA ZAROKAN PÊK BÎNIN’     Mûtlay a got ku “Bila zilma malbat û tarîkatan were bidawîkirin. Em ê hesaba Narînê bipirsin” ev tişt got: “Qanûna Parastina Zarokan a bi hejmara 5395 heye. Bila qanûn bi awayekî bibandor were pêkanîn ku zarok bijîn. Peyamana Lanzaroteyê heye, weke Peymana Stenbolê. Bila were pêkanîn ku Narîn neyên kuştin. Sibê dibistan tên vekirin. Bila li dibistanan formên lêgerîna rîskê bên pêkanîn. Bila were pêkanîn ku zarok neyên îstîsmarkirin. Çareserî ne li dûr e. Peyman, heke bi bandor were pêkanîn dê zarok bijîn. Dê weke hev bijîn. Narîn jî da sibê biçe dibistanê. Cihê ku divê lê bûya pola wê bû. Em naxwazin bipirsin ku çi li zarokekî din hat. Ji bo ku nepirsin em ê têbikoşin.”   WAN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Cadeya Cûmhûriyetê meş li dar xist. Di meşê de bi kurdî û tirkî pankarta “Ji bo zarokan cihaneke bi ewle, ji bo Narînê edalet” hate vekirin. Girseyê dowîzên “Ji bo Narînê edalet” û “Ji bo zarokan cîhaneke bi ewle” hilgirtin û dirûşmên “Ji bo Narînê edalet” , “Jin jiyan azadî” , “Em ê teslîmî tarîtiyê nebin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girseyê heta Kolana Hûnerê ya ku daxuyanî lê bê dayîn bi tilîlî, fîtik û dirûşman meşiya.    ‘POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ HÊZÊ DIDE FAÎLAN’    Li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Fûnda Demîr Bozkûrt axivî. Bozkûrt, bi lêv kir ku kuştina Narînê ji polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya zarokan cuda nabînin û anî ziman ku polîtîkayên desthilatê hêzê dide faîlên jin û zarokan.    ‘EM SOZ DIDIN’    Bozkûrt, bi lêv kir ku Narîn yekane zarokan ku hatiye kuştin nîne û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku li pişt Muslîme Yagal, Leyla Akdemîr û gelek ên weke wan heman çîrok hene. Heke piştî kuştina van zarokan bergiriyên pêwîst ên parastinê hatibûna wergirtin niha îro Narîn da sax bûya. Ji bo ku cîhaneke ku zarok bikarin bijîn û ewle bikarin ava bikin û li dijî polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya jinan em ê têkoşîna xwe bidomînin û em soz didin ku heta faîlên Narînê neyê tespîtkirin û cezayê ku heq dikin negirin em ê şopdarê dosyayê bin.”   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    STENBOL    Platforma Em ê Pêşiyê Li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) li ber Operaya Sureyayê ya li Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê hesaba Narînê bipirsin” hate vekirin, wêne hatin hilgirtin. Di çalakiya ku gelek jin tev li bûn de dirûşmên “Mirin ne qedera zarokan e” , “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn”, “Ne tirse tu dê bi tenê nemeşî” û “AKP dê hesabê bide gel” hatin berzkirin.    ‘EM BI HEV RE VAN HILWEŞÎNIN’      Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm a di daxuyaniyê de axivî, anî ziman ku lêpirsîn “baş” nehatiye kirin û pirsa çima biryara veşartinê hate dayîn kir. Ataselîm bi lêv kir ku divê Wezareta Dadê û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê hesab bidin û diyar kir ku li welat navê jinan û zarokan nîne. Ataselîm, wiha berdewam kir: “Em zarokan û jinan ji rehma hikumet, wezîran û malbatan re nehêlin. Dest ji wan koltixan berdin, an jî em dizanin em ê we çawa daxînin. Erdogan ji bo zarokên vî welatî gotineke te nîne? Sebreke civakê heye. Kesên têdikoşin demildest dibînin, hûn çawa zarokekê nikarin di 19 rojan de bibînin? Pêdivî bi xeta têkoşînê ya polîtîk heye. Peymana Lanzaroteyê pêk bînin, qanûna parastina zarokan pêk bînin, ji bo polîtîkayeke giştî were pêşvebirin em zextê lê bikin. Em van bi hev re hilweşînin.”   2 JIN HATIN BINÇAVKIRIN    Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî çalakiyê polîsan 2 jin di GBT’ê re derbas kirin û binçavkirin. Hate zanîn ku jinên hatine binçavkirin birine Qereqola Polîsan a Kadikoyê.