Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte 2024-09-08 23:31:36 COLEMÊRG - Li ser rêya gundê Xenanisê du wesayîtên ku leşkeran diajotin li Ûgûr Kaya yê motosîklet diajot dan. Kaya, wergirtin beşa lênerîna awarte.    Li ser rêya gundê Xenanisê yê Colemêrgê duh qezaya trafîkê pêk hat. Hate zanîn ku du çawişên pispor bi wesayîtên xwe li ciwanê bi navê Ûgûr Kaya yê motosîklet diajo dane. Tîmên tenduristiyê yên piştî qezayê hatin cihê bûyerê piştî mudaxileya ewil, Kaya birin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên ku welatiyên ji derdorê hatin bidestxistin, Kaya yê dema bi motosîkleta xwe li ber Fermandariya Leşkeran a Xenanisê re derbas dibe, bi wesayîta çawişê pispor re li hev diqelibin. Kaya yê di qezaya ewil de sivik birîndar dibe, di encama lêdana wesayîta ku tê îdiakirin ya çawişekî pispor ê ji piştê ve tê ye giran birîndar dibe. Hate zanîn ku çawişê pispor ê ewilî li Kaya da, alîkariya wî kiriye û çawişê pispor ê din ji cihê bûyerê reviya ye.    Hate zanîn ku Kaya li beşa lênerîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tê ragirtin û xetereya jiyana wî didome. Têkildarî qezayê daxuyaniyeke fermî nehate dayîn. Balkêş e ku tevî bûyer li ber fermandariya leşkeran pêk hatiye û kamerayan kişandiye jî malbat nehatiye agahdarkirin.     Malbat û xizmên Kaya ji rayedaran xwestin ku bûyer were ronîkirin û edalet were bicihanîn.