Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin 2024-09-08 23:45:42 AMED - Karûbarên otopsiyê yên Narîn Guranê hatin temamkirin, dê sibê were veşartin. Karûbarê otopsiye yên cenazeye Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li taxa Çuliya navçeya Rezana Amedê winda bûbû û piştî 19 rojan di nava kîsekî de, di nava çem de hatiye veşartin, hatin temamkirin. Hat destnîşankirin ku dê cenazeyê Narîn Guranê sibê teslîmî xizmên wê were kirin û piştre jî dê li taxa Çulî were veşartin. Xizmên malbatê yên li pêşiya ATK’ê li benda karûbarên otopsiyê bûn, vegeriyan li malên xwe. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê ji karûbarên otopsiyê derketiye, destnîşan kir ku serdozgerî dê derbarê encamên otopsiya pêş û hûrgiliyên din de, di demekî nêz de daxuyaniyê bide raya giştî.