Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye 2024-09-08 23:59:42 ANTALYA - Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç ê li Antalyayê di “Şahiya Aştî û Demokrasiyê” de axivî, bal kişand ku ji ber ku desthilatê aştiyê naxwaze tecrîda li Îmraliyê kûr dike û wiha got: “Heke tecrîd nebe dê ji bo aştiyê gav bên avêtin.” Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Antalyayê li şanoya servekirî ya di nava Parka Sahîl Yaşamê de “Şahiya Aştî û Demokrasiyê” li dar xist. Ji bilî rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, parlamenterê bajêr Hakki Sarûhan Olûç û gelek kes beşdar bûn.     Olûç ê di şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, bi lêv kir ku Narîn Guran “bi alçaxtî û şerefsizî” hate qetilkirin. Olûç, destnîşan kir ku deyne li ser stuyê herkesê ku hesabê ji kesên ku ev bûyer plankirine, veşartine bipirse û dê li pey vê bûyerê bin.     ‘DESTHILAT ALIGIRIYA NEÇARESERIYÊ DIKE’     Olûç, diyar kir ku desthilat ne alîgirê aştiyê alîgira şer e û bi lêv kir ku daxwaza aştiyê ya îro girîngiyeke mezin e û wiha got: “Em dizanin ku ev desthilat şûna diyalogê şer tercîh dike. Aha tiştên ku li Kurdistana Iraqê dike li holê ne. Tiştên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike li holê ne. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên vî welatî pirsgirêka kurd e. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane were çareserkirin divê gav bên avêtin. Lê ev desthilat desthilata israra di çareseriyê de ye. Desthilata ku şûna çareseriyê îmha û înkarê derdixîne pêş e. Desthilateke ku tecrîdê bi salan e didomîne. Çima? Ji ber ku ev desthilat aştiyê naxwaze. Heke tecrîd nebe dê ji bo aştiyê gav werin avêtin. Lê desthilat çi dike, ji ber alîgiriya şer û neçareseriyê dike, tu gavan naavêje. Ji ber vê yekê divê tevgereke aştiyê ya bi hêz were avakirin.”   ‘EV WÊNE WÊNEYÊ AQLÊ DEWLETÊ YE’     Olûç, qala girtin û zextên li ser kesên govend gerandin kir û polîtîkayên desthilatê jî  weke “qirkirina çandê” penase kir. Olûç, gotina “Heke gelek bêçand bimîne wê demê nasnameya xwe jî winda dike” destnîşan kir ku dê van polîtîkayên zextê qebûl nekin. Olûç bertek nîşanî wêneyê ku Serokkomar Tayîp Erdogan “di salvegera Serkeftina Milazgirê de” bi Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû re kişandiye da û wiha domand: “Ev wêne, wêneyê dijminatiya kurdan e. Ev wêne, wêneyê aqlê partiya dewletê ye.” Olûç, girîngiya têkoşîna aştiyê dubare kir, bang kir ku dê têkoşîna aştiyê bilind bikin.”   Pişt re hunermend Pinar Aydinlar, Koroya Zarokan a Aryanê, Hîvda Gokel û Gokhan Çelîk û şaîr Tehsîn Jiyan derket ser dikê. Girse li ber stranên hunermendan govend gerand.