Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin 2024-09-09 00:42:06 AMED - Wesayîta mamê Narîn Guranê, Selîm Guran ê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî qetilkirina Narînê hatibû girtin, ji bo ku bê lêkolînkirin ji gund hate derxistin.   Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû, cenazeyê wê piştî 19 rojan îro di tûrikekî de di nava çem de hate dîtin. Wesayîta Mamê Narînê, Salîm Guran bi barhilgirê ji gund hate derxistin.    Hate zanîn ku wesayîta Guran ê bi hinceta mînakên DNA’yê yên Narînê di wesayîta wî de hebûn, di 31’ê tebaxê de hate binçavkirin û di 2’yê îlonê de hatibû girtin dê jinûve bê lêkolînkirin.