7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan 2024-09-09 08:50:47 STENBOL - Li Stenbolê di xwepêşandana kuştina Narîn Guran de 7 kesên hatibûn binçavkirn, hatin berdan.  Endamên Demîr Leblebî yên li zanîngehan xebatên xwe didomînin, ji bo Narîn Guran li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê xwepêşandan li dar xistibûn. Polîsan 7 endamên vê komê kiribûn binçavan. Her heft kes jî bi hinceta “Muxalefetiya li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan” hatin binçavkirin. Piştî li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê îfadeyên wan hatin wergirtin, hatin berdan.