‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’ 2024-09-09 09:01:04 RIHA - Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Rihayê Mûrat Orûç destnîşan kir ku mirov tenê dikarin di zimanê xwe ya zikmakî de xwe li pêş bixin û got: “Gelek zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin. Ev yek çiqas tenduristî ye?”  Bi destpêkirina serdema nû ya perwerdeyê hezaran zarok di şert û mercên ne wekhev de dest bi perwerdeyê dikin. Li gel polîtîkayên asîmîlasyon û înkara nasnameya kurd, di her saziyên dewletê de cihêkariya nasnameya kurd û zimanê kurdî tê domandin. Îro li hezaran dibistanan bi sed hezaran zarokên kurd, dê di zimanekî biyanî de dest bi perwerdeyê bikin.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Rihayê Mûrat Orûç derbarê mafê perwerdeya zikmakî û encamên astengkirina perwerdeya zimanê zikmakî de axivî.   ‘ZIMANÊ ZIKMAKÎ MAFEKÎ MIROVAN E’   Orûç destnîşan kir ku perwerdeya zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û derbarê rewşa zarokên bi zimanê tirkî dest bi perwerdeyê dikin de wiha axivî: “Mirov tenê dikarin di zimanê xwe ya zikmakî de xwe pêş bixin. Pêşketina hiş bi zamanê dayikê re girêdayî ye. Ev yek di cîhanê de wisa ye. Ji bo di gelek zimanan de perwerde werin dayîn, sererastkirinên pêwîst hatine kirin. Zarokek nasnameya xwe, bi zimanê xwe yê zikmakî bi dest dixe. Gelek zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin. Ma dê ev perwerde çiqas bi tenduristî be?” Orûç diyar kir ku tevî li Rihayê derfetên çandiyê hene zarokên gelek malbatan ji ber karê demsaliyê yê çandiniyê diçin li bajaraên din û da zanîn ku ev yek bi polîtîkayekî zanebûn tê kirin. Orûç axaftina xwe wiha domand: “Em xwediyê axên herî baş in lê belê sedan karkerên çandiniyê yên demsalî hene. Divê sererastkirinên pêwîst werin kirin ku zarok dernekevin derve.”    ‘GUH NADIN DAXWAZÊN WELIYAN’   Orûç anî ziman ku dersen bijarte yên bi kurdî têr nakin û wiha got: “Ev ders jî ji xapandina çavan bêhtir tiştekî din nîn in. Wek bingehîn amadehî nîn in, mamoste neyên tayînkirin. Di sala 2012’an de li zanîngehan beş hatin vekirin, heya niha di 12 salan de 132 mamoste hatine tayînkirin. Sala par 10 hezar mamoste hatin tayînkirin û di navbera van de 2 mamosteyên kirmanckî, 2 jî mamosteyên kurmancî hebûn. Di fermiyetê de wek dersa bijarte xuya dike lê belê îdare bi hincetên daxwaz kêm in an jî mamoste nîn in, guh nadin daxwazên weliyan. Hilbijartina dersa kurdî ya gelek xwendekaran asteng dikin. Heke welî daxwaz kiribin, karê îdareyê jî peydakirina mamoste û dayîna dersê ye. Astengkirina weliyan ne karê îdareyê ye. Em sendîkayekî tenê dayîna du dersan kêm dibînin in. Dewlet tenê ji bo van her du saetan jî amadehiyên pêwîst nake û bingeha vê yekê amade nake.”    ‘DIBISTAN NE ŞÎRKET IN’   Orûç da zanîn ku tevî wan daxwaz kiriye jî Wezareta Perwerdehiyê derbarê dibistanan de tu agahiyên fermî bi wan re parve nekiriye û got: “Me derbarê dibistanên di erdhejê dema nêz de çêbûye, di adara 2024’an de, bi nivîsekî fermî, agahî xwest lê belê bersiv nehat dayîn. Niha çend zarok di avahiyên xesardîtî de perwerdeyê dibînin em nizanin. Dê di bin navê tevdîran de li dibistanan 3 rojan paqijî werin kirin. Di perwerdeyê de tesarûf nabe. Dê dibistanekî ku ewqas zarok tê de paqijî çawa be? Rojên mayî dê paqijî çawa bê kirin? Tenê ji bo zarokên gelê xizan tesarûfê dikin. Yên pereyên wan hene diçin li dibistanên taybet. Dewlet ne şîrket e.”    MA / Emrûllah Acar