Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê 2024-09-09 09:43:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo gelek bajaran hişyariya barîna barana zêde kir.    Li gorî texmînên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li bakurê rojhilatê Marmarayê, Li Rojhilat û Herêma Navîn a Derya Reş, bakurê Serhedê û Zongûldak, Duzce, Sînop, Dêrsim, Xarpêt, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Êlih, Sêrt, bakurê Balikesîrê, rojhilatê Mûglayê, beşên navîn ên Antalyayê, rojhilatê Amedê û beşên başûrê Wanê dê baraneke zêde bibare.    Tê texmînkirin ku germahî dê li başûrê Marmarayê, rojhilatê Anatoliya Navîn, beşên navîn ên rojavayê Derya Reş di navbera 2 û 4 dereceyan zêde bibe û li beşên din jî guherîneke girîng pêk nayê.