Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e 2024-09-09 10:19:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser wefata Yilmaz Guney re 40 sal derbas bûn. Guney 39 sal berê gotibû, “Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e. Em vê qederê nas nakin! Em jî dixwazin wek gelên din li welatê xwe di bin ala xwe de azad bijîn.”   Bi ser mirina Yilmaz Guney ê weke “Qralê Kirêt (Çîrkîn Kral) tê zanîn û hem bi lîstîkvaniya xwe û hem jî bi fîlmên xwe serkeftî bû re 40 sal derbas bûn. Guney ê weke zarokekî malbateke kurd ên ji Siwêregê di sala 1937’an de li Edeneyê ji dayik bû û dema ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê dest bi karê sînemayê dike. Guney ê di sala 1959’an de di fîlmên “Zarokên vî welatî (Bu vatanın çocukları)” û “Gakûvî (Alageyik)” ku Atif Yilmaz derhenêriya wan kir de hem lîst hem jî senaryoya fîlman nivîsî. Guney ji derveyî sînemayê di kovarên weke “Asoyên Nû (Yenî ûfûklar)” , “Sêzdeh (On Üç)” de çîrok nivîsandin.    Çîrokên ku Guney nivîsandin, bi hêceta ku propagandaya komunîzmê kiriye bû sedemê darizandina wî. Guney, ji ber nivîsên xwe salek û nîv di girtîgehê de ma. Piştî ku ji girtîgehê derket demekê fîlmên serpêhatiyan kişandin û di van fîlman de bi taybetî cih dida kesên ku mafê wan dihatin binpêkirin, biçûkdihatin dîtin û serî li dijî pergalê rakir.    SALÊN WÎ YÊN GIRTÎGEHÊ Û SIRGÛN   Guney di sala 1971’an de jî bi hêceta Serokê Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKPC) Mahîr Çayan û hevalên wî di mala xwe de veşartine 2 sal cezayê zindanê lê hat birîn. Guney dema di girtîgehê de bû hat sirgûnkirin. Piştî ku ji girtîgehê derket fîlmê “Heval (Arkadaş)” ku di nav fîlmên wî yê herî zêde tê zanîn de ye çêkir.    Di heman salê de dema li navçeya Yûmûrtalik a Edeneyê fîlmê “Fikar (Endîşe)” dikişand, ji ber kuştina dadger Sefa Mûtlû di encama darizandinan de di 13’ê Tîrmeha 1976’an de 19 sal cezayê zindanê lê hat birîn. Piştî 5 salan dema ji girtîgehê bi destûr derket, reviya. Guney ê ji bo rojekê ji girtîgehê derketî, ji navçeya Kaş a Antalyayê derbasî Girava Meîs ya Yewnenistanê bû û ji wir jî derbasî Swîsreyê bû. Guney, dema li Ewropayê bû jî xebatên xwe bê navber domandin.    12 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA   Guney ê bi berhemên xwe, li welat û derveyî welat deng veda, bi giştî di 114 fîlman de weke lîstikvan, di 26’an de weke derhêner, di 64’an de weke senarîst cih girt. Guney ê bi fîlmê Rê (Yol) di Mîhrîcana Fîlman a Cannesê de xelata Altin Palmiye wergirt, di qada navneteweyî de jî serkeftina xwe nîşan da. Guney ê 12 salên xwe di girtîgehê de derbas kirin di 9’ê Îlona 1984’an de li Parîsa ku weke sirgûn lê dijiya, ji ber nexweşiya penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da.   GUNEY YEK JI DAMEZRÎNERÊ ESNTÎTUYÊ YE   Di sala 1983’an de li Fransa “Enstîtuya Kurdî ya Parîsê” vedibe. Yilmaz Guney jî yek ji demezirînerê Enstîtuyê ye û ji bo Enstîtuyê dixebite û wek hunermendekî Kurd vê yekê wek peywir dibîne. Ew rol û mîsyona Enstîtuyê jî wiha diyar dikir: “Divê Enstîtu dîrok, çand û hunera kurdan bikole û bike belge. Divê ev peywirên wê yên sereke bin.”   HEVALTIYA GUNEY Û QASIMLO   Guney li sirgûnê bi hunermend û siyaseta Kurd re jî têkiliyeke baş û germ çêdike. Ew li Ewrûpa, Cegerxwîn, Evdirehman Qasimlo, Mahmûd Baksî, Kendal Nezan û Şivan Perwer nas dike. Heta dixwaze bi saya Evdirehman Qasimlo li Rojhilatê Kurdistanê filmekê jî çêke lê mixabin emrê wî têrê nake. Evdirehman Qasimlo siyasetvan û rewşenbîrekî ji siberoja xwe haydar e û bandora sînemayê ya li ser civakê baş dizane. Her wiha dixwaze piştgiriyê bide huner û hunermendên Kurd. Têkiliya wî û Yilmaz Guney gelek baş e. Ji Guney û filmên wî pirr hez dike û heyranê wî ye. Lewma jî ji Guney re dibêje, “Divê em rewşa Kurdan êş û berxwedana wan nîşanê dinyayê hemûyî bidin. Ji ber wê jî filmên te û sînema ji bo me Kurdan şansekî mezin e, divê em vê çekê bi kar bînin. Dikarim bibêjim ku ev têkoşîna te, bi 10 hezar pêşmergeyan di nava 10 salan de jî ez nikarim bikim.”    GAVA WELAT AZAD BÛ   Mixabin emrê Yılmaz Guney têra filmên nû nake û ew li xerîbiyê di nav lepên nexweşiyeke bê eman de jiyana xwe ji dest dide. Helwesta Yılmaz Guney heya roja ku dimire jî naguhere, ew dixwaze bi mirina xwe jî peywira xwe bi cih bîne û Kurdan li dora saziyekê li hev kom bike. Beriya bimire ji malbata xwe re dibêje, “Gava ez bimirim ne mizgeft û ne jî dêrê dixwazim, divê hûn merasîma min li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê çêkin û min li Parîsê veşêrin. Gava welatê min azad bû jî hûnê min bibin wir, nexwe di vê rewşê de naxwazim li wir di bin axê de azarê bikişînim.”    ‘EM VÊ QEDERÊ NAS NAKIN’   Guney, qedera heyî ya ku serdest û dagirkeran danîbû pêşiya gelê kurd red dikir. Bi jiyan û hunerê xwe ev yek nîşanî dinyayê da.   “Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e. Em vê qederê nas nakin! Em jî dixwazin wek gelên din li welatê xwe di bin ala xwe de azad bijîn!” Wî ji vê yekê bawer dikir û digot, “Bi serê xwe huner û sînema nikare têkoşîna demokrasiyê bimeşîne û şoreşê bike. Lê dikare nîqaşan ava bike û bi van nîqaşên xwe bibe parçeyekî şoreşê.”   ‘TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN’    Guney di bernameya vekirina Enstîtuyê de wiha axivîbû: “Ji bo saziyeke bi vî rengî, em pirr dereng mane, diviyabû enstîtuyeke wiha heta niha li bajarekî Ewrûpayê hatibûya damezirandin. Heger siberojê dewleteke serbixwe ya Kurdan çêbe, ev xebat ji bo wê dê bibe piştek. Ji ber wê, ez wek saziyeke çandê ya Kurdan dibînim.    Divê em çîrokên baş, helbestên baş, romanên xurt binivîsin... Divê em zanyar, dîplomat û teknîsyenên xurt mezin bikin. Divê destên me pênûs, makîne û sîleh baş bigrin. Carinan divê amûrê me bibe çek, carinan jî çeka me bibe amûr. Em baş dizanin ku heke em wê bi rêk û pêk bi kar bînin, ew dikare wek fîşekekê herî baş stranên gelêrî û gotinên herî rast bêje. Çiya, deşt û çemên me li benda me ne. Em naxwazin hemû jiyana xwe li derve derbas bikin û stranên biyanî bibêjin. Em gelên ku bi lehengiya xwe destan nivîsandine, îrade û hêza me heye ku em hemû zehmetiyên li pêşiya xwe derbas bikin. Şoreşgerên demokratên tirk, faris û ereb jî wek parêzvanên herî samîmî yên mafê çarenivîsa netewa kurd, parçeyek ji vê têkoşînê ne û li dijî dijminê hevpar têdikoşin. Biratiya çînên bindest yek ji çekên me yên herî bi hêz e. Dost û dijmin bila her kes bizane em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin...   Li şûna ku ez bi koletî bijîm ez ê wek şervanekî azadiyê bimirim, baştir e. Bijî Kurdistana serbixwe û demokratîk a yekbûyî… Bijî biratî û hevgirtina gelê kurd, tirk, ecem û ereb…   Bijî Enstîtuya Kurdî…”