Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin 2024-09-09 10:24:45 AMED - Cenazeyê Narîn Guranê ku duh li Amedê hatibû dîtin ji ATK’ê hate wergirtin.  Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû duh li Çemê Egertûtmaz di nava tûrikekê de hate dîtin. Cenazeyê Guranê duh ji bo karûbarên otopsiyê anîbûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê. Karûbarên otopsiyê yên cenazeyê Guranê duh di 10 saetan de hate temamkirin. Hate ragihandin ku di cenazeyê Guranê de lezyon û rizîbûn hebûne lê têkildarî sedema mirinê tespîtek nehatiye kirin.    Cenaze ji ATK’ê hate wergirtin. Cenazeyê di bin dorpêça polîsan de hate wergirtin ber bi Gundê Qereqoç ve hate birêkirin.