Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin 2024-09-09 10:43:09   ENQERE - Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş diyar kir ku dê di serdema nû ya perwerde û fêrkirinê de ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê israra xwe bidomînin û wiha got: “Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin vî gelî.”    Serdema nû ya perwerde û fêrkirinê dest pê kir. Ji gelên cuda bi milyonan xwendekar bêyî ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin, dest bi dibistanan dikin. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Zulkuf Guneş têkildarî serdema nû ya perwerdeyê axivî.    ‘ASÎMÎLASYON SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’    Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş   Guneş, diyar kir ku îktîdar li şûna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê gavan biavêje, bi “Modêla Perwerdeyê ya Sedsala Tirkiyeyê” re avadaniyeke “nîjadperest û yekperest” armanc dike. Guneş, got ku li gorî peymanên navneteweyî, perwerdeya bi zimanê dayikê maf e û wiha pê de çû: “Erdogan bi xwe dibêje ‘asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye.’ Li Tirkiyeyê niha pêvajoyeke asîmîlasyonê heye û zarok bi zimanekê ne zimanê wan ê dayikê ye dest bi dibistanê dikin. Lewma jî hem ji hêla psîkolojîk ve hem jî ji hêla akademîk ve ji paşve dest pê dikin. Tê îdiakirin ku li dibistanan di bin navê dersa hilbijarî de perwerdeya bi zimanê dayikê tê dayin. Lê nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin vî gelî. Em perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin û divê her kes xwedî li vê daxwazê derkeve.”    MUFRREDATA NÛ: YEKPEREST Û NÎJADPEREST   Bi domdarî Guneş bal kişand ser mufredata nû ya ketiye meriyetê û ev tişt anî ziman: “Ev mufredat, bi kodên sedsal berê hatiye amadekirin. Di mufredatê de mirov jinan nabîne, piranîparêziyê nabîne, pirçandîtiyê nabîne, zarok nabîne. Li ser yekperestî, nîjadperestî, zayendperestî û paşverûtiyê hatiye amadekirin. Ev metn, metnên îdeolojîk in û ji bo veguherandina civakê hatine amadekirin.”