AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin 2024-09-09 12:30:20   AMED - Suna Kepolu û kesên pê re di merasîma definkirina cenazeyê Narîn Guranê de wêneyê komî kişandin.    Zaroka 8 salî Nalîn Gural di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û di roja 19’emîn de di Rûbarê Egertutmazê de di tûrikî de hatibû dîtin. Cenazeyê Guran îro di danê sibehê de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hate girtin û anîn taxa Qereqoçê. Piştî wecîbeyên olî jî ji bo definkirinê birin taxa Çuliyê.    Parlamentera AKP’ê ya Amedê Suna Kepolu û hinek jinên pê re di nava mizgeftê de bi komî wêne kişandin û vê jî rê li ber bertekan vekir.