Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere 2024-09-09 13:51:22   ENQERE - Emîne Şenyaşar a têkoşîna edaletê didomîne, xwest ku kurê wê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 19'emîn de berdewam kir.   Şenyaşar a li Meclisê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, bal kişand ser komkujî û pêvajoya pişt re û daxwaza edaletê kir. Şenyaşar, xwest ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê piştî komkujiyê hatibû girtin were berdan.