Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin 2024-09-09 16:02:47   RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê di kongreya partiyê ya Serêkaniyê de axivî, wiha got: “Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Ji bilî parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Dîlan Kûnt Ayan gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Ayan a DEM Partî yî wiha got: “Rêya aştiyê Îmrali ye, muxatabê wê jî birêz Ocalan e. Divê dîsa li ser maseya çareseriyê bê rûniştin, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan were pêkanîn, mûxatab were girtin.”   ‘EM Ê ZELAL BIN’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ocalan, wiha got: “Em ê li dijî polîtîkayên li ser Serokatiya me tên meşandin zelal bin. Em ê li dijî polîtîkayên li hemberî tevgera me, paradîgmaya me ya jinê û Modernîteya Demokratîk jî zelal bin. Jiyaneke bêesil, rezîl û bêexlaqî li jinan tê ferzkirin.” Ocalan, diyar kir ku li dijî pêvajoya diqewime rêxistinkirin pêwîst e û wiha domand: “Têkoşîna li dijî van êrişan pêdiviyek e. Divê em malên xwe bikin dibistan. Çapemeniya kurd bişopînin, tevgera xwe, DEM Partiyê bişopînin. Binêrin ji bo cînayeta Narînê biryara veşartî dan. Ev jî tê wateyekê. Em qala rewşa Serêkaniyê bikin, li vir jî rastiya gelekî ya bi awayekî demokratîk bi hev re dijîn heye. Weke Rojava. Paradîgmaya me gelekî pîroz e. ji ber vê yekê êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Dixwazin ku gelê kurd bêstatu bimîne, nasname û hebûna wan ji holê bê rakirin. Ji ber vê yekê girîngiya ku qadên me yên jiyanê bibin qadên rêxistinkirinê careke din derdikeve holê. Em ne dijminê kesê ne, em mafên xwe dixwazin. Em nabêjin bila erebî, tirkî bê qedexekirin.”   Ocalan destnîşan kir ku sedema herî girîng a astengkirina pêvajoyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin e û got: “Em ê li her derê xwedî li zimanê xwe û Serokê xwe derkevin.”   Piştî axaftinan ji eywanê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Piştî raporên xebat û malî hatin aşkerekirin Haci Arak û Pervîn Ozer weke hevserok hatin hilbijartin.