ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN 2024-09-10 09:00:15   * Windakirina Narîn Guran carek din zarokên ku hatine windakirin û nehatine dîtin anî bîra mirovan. Balkêş e ku TUÎK bi salan e der barê zarokên windayî de daneyan parve nake.    * Li Navenda Çanda Mezopomtayayê (NÇM) qursên tembûr, piyano, keman, şan, gîtar, dudik û defê dest pê kirin.    * Endama TJK-E’yê Done Guzel diyar kir ku armanca kampanyaya “Tîrejên Rojê” ku starta wê li Ewropayê hate dayin, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Guzel, got ku dê di tevahiya salê de bi meş, mitîng û hevdîtinên bi gel re li qadan bin.     * Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku sedema mirina jin û zarokên welêt îktîdar e û wiha gotin: “Ji bo xwedî li jiyana xwe derkevin em mecbûr in têbikoşin. Em ê bibin dengê Narînê, Rabîa Naz, Gulistan Doku.”    * Serokê Giştî yê Damezrîner ê Çîftçî-Senê Abdûllah Aysû anî ziman ku cotkar hatine asta ku nikarin hilberînin û got: "Rojên xirab li paş man, rojên xirabtir li benda me ne."    * Taxa Gavgasê ya Pasûrê, li herêmeke wisa ye ku pêdiviya avê ya gelek deverên Pasûrê jê tê peydakirin. Taxa Gavgasê niha bi xetereya madenê re rû bi rû ye. Şêniyên taxê ku pêşî li xebatên sondajê digirin, gotin: "Ne zêr, pêdiviya me bi avê heye. Qethiyen em ê nehêlin."    * Berpirsê Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar ê DÎSK'ê Tevfîk Guneş diyar kir ku di dema AKP'ê de nêzî 34 hezar karker jiyana xwe ji dest dane û got: "Çîna karkeran ji bo mafên xwe biparêze divê xwe birêxistin bike."    * Welatiyên li Wanê ku ji ber qetilkirina Narîn Guran a piştî hat windakirin 19 roj şunde cenazeyê wê hate dîtin bi hêrs in, bi gotina “Divê ev pergal bi dawî bibe” bertek nîşanî polîtîkaya necezakirinê da.     * Berdana girtî Mazlûm Arî yê li dijî ferzkirina lêgerîna tazî derketiye, bi hinceta cezayê dîsiplînê, 3 mehan hate dirêjkirin.    * Fuara pirtûka a Amedê ku dê di navbera 30'ê mijdarê û 8'ê kanûnê de bê lidarxistin ji bo vê jî îro wê li DTSO'yê civîna lansmanê bê lidarxistin. (11.00)   * Ji bo Narîn Guran dê li Parka Koşûyolû Amedê komeleyên jin û zarokan şînê deynin û li Stenbolê jî daxuyanî bê lidarxistin. (11.00-18.30)   * Danişîna 7'emîn a doza revandina zarokek êzidî dê li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. Beriya danişînê dê daxuyanî bê dayîn. (12.15)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê li ber Meclisê berdewam bike. (13.00-17.00)