Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e 2024-09-10 09:02:57 STENBOL - Endama TJK-E’yê Done Guzel diyar kir ku armanca kampanyaya “Tîrejên Rojê” ku starta wê li Ewropayê hate dayin, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Guzel, got ku dê di tevahiya salê de bi meş, mitîng û hevdîtinên bi gel re li qadan bin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 42 meh in tu agahî jê nayên girtin. Kampanyayên bi mebesta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê hatiye destpêkirin bi çalakî û xwepêşandanan didome. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd-Ewropayê (TJK-E) staarta kampanyaya “Tîrejên Rojê” hate dayin. Kampanya di 1’ê îlonê de dest pê kir û dê di nava salekê de li gelek bajarên Ewropayê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de dê standên agahdarkirinê, hevdîtinên gel, panel, semîner, konferans, pêşangehên resman û fîlmên jiyana Abdullah Ocalan vedibêjin bên pêşandan.    BERNAMEYA COTMEHÊ    Endama TJK-E’yê Done Guzel kampanya nirxand û got ku dê kampanyaya wan û  ya “Em bi ‘Jin, jiyan, azadî’ re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” bi hev re bên meşandin. Guzel, diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakiyan bi hevkariya tevgerên jinan li dar bixin û wiha domand: “Gelek jinên akademîsyen, aktîvîst û tevgerên jinan dê tev li bibin. Armanca me ya esasî, azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye.”    Guzel, destnîşan kir ku dê di 1’ê cotmehê de li gelek navendan daxuyaniyê bidin û wiha pê de çû: “Di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de em ê gelek çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Weke tevgera jinan em ê di 12’ê cotmehê de meş û mitîngan li dar bixin û standa agahdarkirinê danîn. Her wiha li gel pêşangeha resman, em ê fîlm û belgefîlmên jiyana Rêbertiyê vedibêjin jî pêşkeş bikin.”    Endama TJK-E’yê Done Guzel   'EM Ê PARADÎGMAYÊ JI BO GELAN VEBÊJIN’    Di berdewamê de Guzel da zanîn ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li gelek deverên cîhanê belav bûye û ev nirxandin kir: “Dema mirov têkoşîna 50 salan a jinên kurd dide ber çavan; dibîne ku avakerê wê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ya Abdullah Ocalan e. Em vê yekê weke ‘bûyîna ji neyiyê’ pênase dikin. Di heman demê de hevjîntiya azad, nûnertiya wekhev û Jineolojî bandor li hemû jinên cîhanê kir. Me kampanyaya xwe di vê çarçoveyê de da destpêkirin. Armanca wê ya herî girîng jî şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Polîtîkayên qirkirinê yên li Îmraliyê hatine destpêkirin ne tenê li Kurdistanê, belavî Rojhilata Navîn bûne. Em di wê baweriyê de ne ku heke em bikarin pêşî li vê qirkirin û tecrîdê bigirin, dê aştî bê Rojhilata Navîn.”    Guzel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan paradîgmaya Rêbertiya xwe ji bo gelan vebêjin. Her ku paradîgmaya Rêbertiyê belav dibe, tecrîd û polîtîkayên şer bêhtir teşhîr dibin. Yek ji armancên esasî ya kampanyayê jî vegotina paradîgmayê ya ji bo gelan e. Li Amerîkaya Latîn, Efrîqa û herî dawî li Hindistanê dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind dibe. Ev yek bandora têkoşîna jinên kurd a 40 sala ye. Her çend di raya giştî de zêde xuya neke jî li Ewropayê li dijî jinan êrişên mezin hene. Bi taybet jî li dijî jinên pey azadiya xwe ketin. Her ku ev paradîgmaye belav dibe û jin bi hev re têdikoşin, dê pêşî li qirkirinê jî were girtin û tecrîd were şikandin.”    MÎNAKA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ   Guzel, anî ziman ku modernîteya kapîtalîst tevahiya cîhanê xistiye nava şer û navenda wê jî Rojhilata Navîn e. Guzel, axaftina xwe wiha dom kir: “Di heman demê de ev êriş li dijî modernîteya demokratîk û paradîgmaya jinê ya Abdullah Ocalan e. Girêdayî vî şerî jî polîtîkayên tecrîdê tên girankirin. Ji ber ku paradîgmaya Abdullah Ocalan hemû derdoran di nava xwe de dihewîne û pêkvejiyanekê pêşkeşî gelan dike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê ye. Weke tevgera jinan em ê ji bo ev felsefeye aj bide û li gel rêxistinên jinan bêhtir bi hev re tevbigerin, em ê bêhtir bên gel hev û li dijî tecrîdê têbikoşin.”    BANG LI JINAN KIR   Guzel, bi lêv kir ku di çalakiyan de paradîgmaya Abdullah Ocalan bala jinan pir dikişîne û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek jin dibêjin ku heman pirsgirêkan dijîn û dixwazin vê paradîgmayê bixin meriyetê. Paradîgmaya Rêbertiyê her ku diçe li cîhanê belav dibe û li dijî vê jinên kurd tên qetilkirin. Li Ewropayê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin. Rêbertiyê wê demê got; ‘Ev komkujî li dijî min hatiye kirin.’ Pakîze Nayir, Sevê Demîr, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel, Gulistan Tara û Hero Bahattîn ji hêla hêzên komploger ve hatin qetilkirin. Jinên kurd, dînamîka herî zindî ya têkoşînê dibînin lewma êriş dikin. Banga me ji bo hemû jinan ew e ku li dora paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bicivin. Her ku em xwe birêxistin dikin dê bi ser kevin.”    MA / Esra Solîn Dal