Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin 2024-09-10 09:07:37 ÊLIH - Berdana girtî Mazlûm Arî yê li dijî ferzkirina lêgerîna tazî derketiye, bi hinceta cezayê dîsiplînê, 3 mehan hate dirêjkirin.  Mazlûm Arî di serdagirtina malê ya sala 2016’an de hate girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê hate girtin û niha di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê de tê ragirtin. Di doza lê hatiye darizandin de 10 sal cezayê hefsê li Arî birîn. Arî dema di 17’ê gulana 2024’an de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Tekîrdagê kirin, lêgerîna tazî lê hate ferzkirin. Derbarê Arî de ji ber li hemberî lêgerîna tazî derketiye, lêpîrsîn hate destpêkirin û di 2’yê îlonê de cezayê dîsiplînê lê hate birîn. Arî di 10’ê îlonê de înfaza xwe temam kir lê belê bi hinceta cezayê wî yê dîsiplînê heye, nehat berdan. Berdana Arî ji ber cezayê dîsiplînê 3 mehan hate dirêjkirin.    MALBAT BERTEK NÎŞAN DA   Bav Mehmet Salîh Arî ê li bendê bû ku kurê wî di 10’ê îlonê de were berdan, hîn bû ku ji berdana kurê wî hatiye dirêjkirin. Bav Arî bertek nîşanî vê sepanê da û wiha got: “Di doza kurê min lê darizandine de, 10 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Em li bendê bûn ku piştî 8 salên hatiye ragirtin, di 10’ê îlonê de were berdan lê belê em hîn bûn ku berdana wî 3 mehan hatiye taloqkirin. Berdana Mazlûm ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye hate dirêjkirin. Lêgerîna tazî tevî ku sûc e, û ew ji ber li dijî vê yekê derketiye nehat berdan. Bi biryarên keyfî berdan tên astengkirin.    ‘SEPANA DERVEYÎ MIROVAHIYÊ’   Arî diyar kir ku bêhiqûqiyê ser kurê wî tê meşandin, sedema xwe ji lêgerîna tazî digire û ev tişt gotin: “Sepanên bî vî rengî nayên qebûlkirin. Girtîgeh bûne cihê sepanên keyfî û bêhiqûqî. Hema bêje her roj înfazên hin kesan bi hincetên sosret dişewîtînin û berdana wan asteng dikin. Sedema van sepanên bêhiqûqî bêdengiya raya giştî ye. Hemberderketina vê sepana derveyî rûmeta mirovahiyê, ne sûc e. Bila ev sepana derveyî mirovahiyê demildest bi dawî bibe.”