Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin 2024-09-10 09:08:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Wezareta Dadê, di sala 2023’yan de zêdetirî 40 hezar dosyayên têkildarî sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin. Ji van di 36 hezar û 275’an de faîl hatin cezakirin û 7 hezar û 108 jî bi biryarên beraetê biencam bûn.  Li gorî rapora Wezareta Dadê ya “Îstatîstîkên Edaletê ya 2023’yan”; di sala 2023’yan de 40 hezar û 713 dosyayên nû yên têkildarî sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin. Ji van di 36 hezar û 275’an de faîl hatin cezakirin û 7 hezar û 108 jî bi biryarên beraetê biencam bûn.    Endeksa dosyayên têkildarî sûcên “Îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” jî di navbera salên 2015-2023’yan de ji sedî 94 zêde bû.  Endeksa dosyayan ji sala 2015’an ve weke 100 hate qebûlkirin û endeksa di sala 2023’yan di 8 salan de derket 194’ê. Endeksa dosyayan a li gorî salan, rêjeya herî bilind bi 219’ê ve sala 2022’yan bû.    14 HEZAR DOSYA HATIN GIRTIN   Ji dosyayên di sala 2023’yan de hatine vekirin ji bo 14 hezar û 084 dosyayan biryara “Hewcehî bi şopandinê nîne” hate dayin û ji bo 14 hezar û 299 dosyayan jî doza cemaweriyê hate vekirin.    Di çarçoveya Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de di 14 hezar û 919 dosyayên di pêvajoya teqîbatê de 6 hezar û 656 biryarên mehkûmiyetê hatin dayin û 7 hezar û 088 faîl hatin cezakirin. Ji bo 6 hezar û 211 dosyayan jî biryara beraetê hate dayin. Di van dosyayan de 7 hezar û 108 faîlan beraet kir.