Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne 2024-09-10 09:32:44 WAN - Serokê Giştî yê Damezrîner ê Çîftçî-Senê Abdûllah Aysû anî ziman ku cotkar hatine asta ku nikarin hilberînin û got: "Rojên xirab li paş man, rojên xirabtir li benda me ne."  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dawiya hefteyê li bajarê Wanê di çarçoveya "Hevdîtinên Nan û Edaletê de" sempozyûma "Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" li dar xist. Serokê Damezrîner ê Sendîkaya Cotkar-Senê û Nivîskarê Rojnameya Yenî Yaşamê Abdullah Aysû ku di nav beşdarên sempozyûmê de cih girt, got: "Rojên xirab li paş man, rojên xirabtir li benda me ne."    Aysû anî ziman ku mijara çandiniyê rojeveke pir cidî ye û got ku cotkarî ji holê hatiye rakirin û çandinî bûye şîrket. Aysû bilêv kir ku girîng e ku DEM Partî li ser vê yekê hûr dibe û stratejiyê diyar dike.    PIRSGIRÊKÊN COTKARAN   Aysû anî ziman ku bi giştî dewlet ji cotkaran dixwin û got: “Dewlet bacê ji wan distîne, beramberiya berhemên ku datînin nade wan. Ew vana hemûyan wekî qezencê dihesibîne. Cotkar di vê pêvajoyê de bi xizaniyeke giran re rû bi rû dimînin. Di encama vê xizaniyê de, bi giştî hikûmet û partiyên muxalefetê li ser navê xwe vê buhayê diyar dikin û biryar didin ka dê li ser navê wan çandiniyeke çawa bikin. Partiyên muxalefetê jî dema behsa çandiniyê dikin, cotkaran li ber çavan nagirin û nêrîna wan esas nagirin. Partiyên siyasî dibêjin 'a baş em dizanin.' Lê yên bi van pirsgirêkan re rû bi rû dimînin cotkar in. Cotkar bi traktora xwe diçe protestoyê. Lê muxalfet ranebe ji wan napirs e 'Çima hûn ketine vî alî û kî we xistiye vîhalî.' Jixwe hikûmet cotkaran tune dihesbîneû ji nedîtî ve tê."    COTKAR DIXISIRIN   Aysû anî ziman ku cotkar ji ber maliyeta zêde û bihayê kêm dixisirin û wiha got: “Her wiha bi ser de jî nikarin berhemên xwe bifiroşin. Berê qadên ji bo piştgiriya cotkaran hebûn. Ev bi demê re hatin kesîdekirin. Dema ku hatin kesîdekirin, ev rewş tenê ji şîrketan re ma. Şîrket di nava xwe de li hev kirin û biha bi berdewamî kêm diyarkirin. Ji ber van buhayan cotkar xisirîn. Niha rêya xelasiyê; fiyeteke di ser maliyetê ye û divê dewlet garantorê vê be."    Aysû diyar kir ku siberoja çandiniyê nebaş e û wiha dewam kir: “Rojên xerab li paş man, rojên xirabtir li benda me ne. Ev tiştekî zelal û eşkere ye. Xelasiya ji vê çandiniya agroekolojîk e. Divê herêma Kurdistanê berê xwe bide tovên herêmî. Divê hilberîna herêmî û bazarên herêmî teqez bên avakirin."