Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin 2024-09-10 09:34:54 ÎZMÎR - Windakirin û qetilkirina Narîn Guran carek din zarokên ku hatine windakirin û nehatine dîtin anî bîra mirovan. Balkêş e ku TUÎK bi salan e der barê zarokên windayî de daneyan parve nake.  Li gundê Çulî yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve di 21’ê tebaxê de Narîn Guran a 8 salî hat windakirin û piştî 19 rojan 8’ê îlonê cenazeyê wê li Newala Silmê ya li bin gund hat dîtin. Tevî ku du sê caran li wê newalê lêgerîn hatibû kirin jî lê cenaze Narînê nehatibû dîtin. Walîtiya Amedê roja 8’ê îlonê daxuyanî da û diyar kir ku Narînê piştî hatiye kuştin cenazeyê wê birine danîne devê newalê û waliyê Amedê ji ber biryara “veşarî” ya li ser dosyeyê bersiva pirsên rojnamevanan neda.    GIRTEKA DOZGER    Dozger di girteka karûbarên otopsiyê de gotiye, “Li ser laşê Narînê şûna amûrên birînê û guleyên sîlehê nîne, di nav û dilê wê de û di mêjiyê wê de jî nûveya xwîna hundirîn nehatiye dîtin.” Dozgeriyê diyar kir ku ji ber laşê Narînê deforme-riziyayî bûye nehatiye diyarkirin ku sedemê mirinê û kengê miriye zelal nekirine û lewma nimûne ji cenaze girtine û ji bo lêkolînê şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.    APÊ WÊ HAT GIRTIN, 24 KES DI BINÇAVAN DE NE    Di karûbarên pêşotopsiya Narînê de derket holê ku li derdora qirika wê lezyon û di lingê wê de şikestin heye. Tê texmînkirin ku şûna cenaze hatibe guhertin û ev yek jî tê lêkolînkirin. Apê Narînê, Salîm Guran (mixtarê gund) di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêvebirin, 2’yê îlonê hat girtin. Roja ku cenazeyê Narînê hat dîtin, dayika wê Yuksel Gurna, bavê wê Arîf Guran, kekê wê Enes Guran û sê apên wê jî di nav de bi giştî 24 kes hatin binçavkirin.    8 SAL IN DANE NAYÊN PAVEKIRIN    Bi qetilkirina Narînê re careke din çav û awir zivirîn ser mirina zarokan. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku ragihandibû di navbera salên 2008-2016'an de li Tirkiyeyê bi giştî 104 hezar û 531 zarok hatine windakirin. TUÎK’ê ji sala 2016’an ve tu agahî û dane der barê windakirin û mirina zarokan de parve nekiriye. Herî dawî li gorî daneyên di rapora "Amarên Zarokên Hatine an jî Anîne Yekîneya Ewlekariyê" ya 2’yê tebaxa 2023’yan hatiye weşandin di sala 2022’yan da hejmara bûyerên ku zarok tev li bûne 601 hezar û 754 bûyer in. Di raporê de 259 hezar û 106 jê zarok wek mexdûr, 206 hezar û 853 kes ango zarok jî xistine nava sûcan. Ji bo 100 hezar û 490 zarok jî serlêdana agahiyê hatine kirin û 16 hezar û 499 kes jî bi şiklê winda cih girtin e.    ZAROKÊN HATINE QETILKIRIN Û DARAZ    Gelek bûyerên windabûnê yên wek Narînê û paşê bi şiklê qetilkirî hatine dîtin  qewimîne. Piraniya darizandinên li ser van bûyeran bi bêcezabûnê encam bûn. Bûyerên Samî Yûsûf Karpenter ê di sala 2018'an de li Bedlîsê winda bû, paşê cenazeyê wî hat dîtin û Ufuk Tatar (6) ê ku li navçeya Hassa ya Hatayê kuştî hat dîtin, bêyî ku doz bê vekirin jî ser bûyeran hat girtin. Bi salane agahî ji Mustafa Demîr (2) ku di sala 2004'an de li Surmena Trabzonê hat windakirin, Yusuf Kazdal ê di 2009'an de li navçeya Ofê ya Trabzonê hat windakirin û Ecrîn Tunç (5) ya di sala 2015’an de li gundê Harmanliya bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve ji bo kirîna şekir çûbû dikanê û winda bû, agahî nayên wergirtin. Bi sedan zarokên mîna Ecrîn Tunç bi salan e agahî ji wan nayê.    Me hin bûyerên windakirin û qetilkirina zarokan û encamên darizandina kujerên wan berhev kir:    * Medîne Memî (16): Li navçeya Kolika Semsûrê di kanûna 2009’an de winda bûbû û piştî 40 rojan li hewşa mala wan veşartî hat dîtin. Bawê wê Ayhan Memî û kale wê Fethî Memî ji ber kuştina zarokê hatin girtin û cezayê mubeda girankirî li wan hat birîn.    * Gîzem Akdenîz (4): Di nîsana 2014'an de li taxa Tellîdere ya Edeneyê dema dilîst winda bû û piştî 36 saet şûn ve cenazeyê wê hat dîtin. Apê wê Suleyman Akdenîz ji kuştina biraziya xwe bepirsiyar hat dîtin û cezayê muebeda girankirî lê hat birîn.    * Mert Aydin (9): Li taxa Îstasyonê ya Qersê di nîsana 2014’an de winda bû û rojek piştî winda bû bi awayek mirî hat dîtin. Kujerê wî Aykut Balk bû û cezayê muebeda girankirî lê hat birîn.    * Irmak Kupal (4): Li navçeya Alaşehîra Manîsayê di cotmeha 2016’an de dema li ber malê dilîst winda bû. Cenazeyê hefteyek şûn ve li nav darên mêwan hat dîtin. Hîmmet Akturk kujerê Irmakê bû û cezayê muebeda girankirî û 51 sal cezayê hepsê lê hat birîn.    * Eylul Umutlu (6): Di 31’ê gulana 2017’an de li navçeya Çinarcik a Yalovayê winda bû û dotira rojê bi awayek qetilkirî hat dîtin. Mûrat Şahîn Akyuz ji kuştina zarokê hat darizandin û cezayê muebeda girankirî û 18 sal cezayê hepsê lê hat birîn.    KUJERÊN LEYLAYÊ HATIN BERAETKIRIN    * Leyla Aydemîr (4): Di 15’ê hezîrana 2018’an de li gundê Bezirxanê yê bi ser Agiriyê ve li mala kalikê xwe winda bû. Cenazeyê wê 18 roj şûn ve 2 kîlometre dûrî gund li benda rûberekî biçûk di nav daran de hat dîtin. Der barê kuştina Leyla Aydemîr de der barê 7 kesan de doz hat vekirin. Di dozê de cezayê muebeda girankirî li apê Leylayê, Yusuf Aydemîr hat birîn. Bersûcên din jî hatin beratkirin.    * Eylul Yaglikara (8): Di 22’yê hezîrana 2018’an de li navçeya Polatli ya Enqereyê winda bû. Cenazeyê 7 roj şûn ve li taxa Yuzukbaşiyê li ber dîrekê ceyranê ku hatibû veşartin, hat dîtin. Kujerê wê Ûgûr Koçyîgît li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat darizandin û cezayê muebeda girankirî û ji sûcên cuda bi dehan sal ceza lê hat birîn.    * Ecrîn Kurnaz (1,5): Di 7’ê gulana 2019’an de li navçeya Vezîrkopruyê ya Samsûnê winda bû û piştî 20 rojan 6 kîlometre dûrî nokteya lê winda bûbû, bi awayek qetilkirî hat dîtin. Jinbava bavê wê Hacer Kurnaz, zirbavê wê Denîz Kurnas û her wiha Hasan S. û Mesût Y. ji kuştina vê pitikê hatin darizandin. Bersûc hatin girtin û paşê hatin berdan. Ji dozê berat wergirtin.    * Îkranûr Tîrsî (7): Li navçeya Bulancak a Gîresûnê di 26’ê hezîrana 2020'an de winda bû. Piştî 4 rojan li Newala Adakoy bi awayek qetilkirî hat dîtin. Apê wê S.T. û meta wê A.Ç. ji kuştina wê berpirsiyar hatin dîtin. Li apê zarokê S.T. her çiqas ceza hatin birîn jî lê ji ber temenê wî biçûk bû hat berdan.    * Muslume Yagal (3): Li navçeya Gulnar a Mêrsînê di 10’ê mijdara 2021’an de ku malbata wê yoruk in, dema konê xwe vedidan, winda bû. Cenazeyê wê di 19’ê mijdarê de li çoltera navçeyê hat dîtin. Kalê wê Hasan Yagal ji dozê hat darizandin û 45 sal ceza lê hat birîn.    MA / Tolga Guney