Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin 2024-09-10 09:58:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îzmîr û Stenbolê di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Li Stenbolê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Îzmîrê de endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ozge Dogan û Yaren Tûncer hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku her du jinên ciwan ên sedema wan a binçavkirinê nehate zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.  Di çarçoveya heman lêpirsînê de Meryem Yildirim jî li Îzmîrê hate binçavkirin.    Li aliyê din hate zanîn ku di serdegirtinên navenda wan Stenbolê de jî li navçeya Arnavûtkoyê Mazlûm Korkmaz ê 10 salan di girtîgehê de hatibû ragirtin û nû hatiye berdan jî di nav de Yûnûs Eslan, Emrah Ekmekçî, Erkan Ozmen hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku ciwan li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gela (DEM Partî) xebat meşandine.    Di serdegirtina malan ên navçeyên Stenbolê yên cuda de jî Firat Guner, Lutfu Kaya û Azîz Degîrmencî hatin binçavkirin.    Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û hate diyarkirin ku hevdîtina parêzeran a bi wan re hatiye sînorkirin.    SGDF’Ê DAXUYANÎ DA    SGDF’ê têkildarî binçavkirinan li ser hesaba xwe ya dîjîtal medyayê ya X’yê daxuyanî da û wiha got: “Di çarçoveya operasyonên siyasî yên navenda wan Îzmîr û vê sibê hatin kirin de hevseroka me ya beriya niha Yaren Tûncer û hevrêyên me Ozge Dogan û Meryem Yildirim hatin binçavkirin. Em ê li dijî êrişên faşîzmê berxwedana xwe bidomînin û bi hêza ciwanan têkoşîna xwe ya sosyalîzmê bigihînin serkeftinê. Zext û binçavkirinan nekarî me têk bibin wê nekaribe jî. Bila kesên hatine binçavkirin bên berdan.”