Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin 2024-09-10 10:41:36   STENBOL - Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan dê di pêşengtiya KAYY-DER’ê de 15’ê îlonê were lidarxistin.   Di pêşengtiya Komelaya Piştevaniya Civakî, Pêşxistin û Çandê ya navçeyên Gêxî, Dep, Azarpêrt û Çêrmeyê (KAYY-DER) dê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin. Mîhrîcan dê di 15’ê îlonê roja yekşemê li Mîmoza Parka navçeya Beykozê de were lidarxistin.    Di çarçoveya mîhrîcanê de dê Koma Zarokên KAYY-DER’ê, Erhan Emektar, Sîdeng Erbane, Koma Jinên KAYY-DER’ê derkevin ser dikê û dê dîwana dengbêjan were lidarxistin.   Di mîhrîcanê de dê di çarçoveya bernameya “Şova Boregê” de çêkirina Borega Kurdan were nîşandan. Di mîhrîcanê de herî dawî dê Koma Dîlan a Govendê govendê bigerîne.