Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin 2024-09-10 10:53:26   AMED - Dema binçavkirinê ya 24 gumanbarên di çarçoveya kuştina Narîn Guran de hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.    Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê bi ser navçeya Rezana Amedê ve hatibû windakirin. Cenazeyê Narînê piştî 19 rojan li newala nêzî gund hat dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna der barê kuştina Narînê de 24 gumanbar di binçavan de ne. Malbata Narînê jî di nav van binçavkiriyan de ye. Hat zanîn ku dema binçavkirina gumanbaran rojek hatiye dirêjkirin.