Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt 2024-09-10 11:31:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Polîsên Dihokê Hêmin Silêman ragihand ku şeva borî li Dihokê bavek kurê xwe kuşt. Hat destnîşankirin ku kesê hatiye kuştin, di nav hêzên leşkerî yên PDK’ê de efser e.   Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê, Berdevkê Polîsên Dihokê Hêmin Silêman bi daxuyaniyekê ragihand ku, derengiya şeva borî li navenda Dihokê bavek kurê xwe kuşt. Hat gotin ku piştî polîs gihiştine cihê bûyerê, kesê tometbar hatiye binçavkirin.   Her wiha hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û sedemê bûyerê nayê zanîn. Li aliyê din li gor agahiyên bi dest ketine, kesê di bûyerê de hatiye kuştin, di nava hêzên PDK’ê de efser e.