26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin 2024-09-10 13:21:57   NAVENDA NÛÇEYAN - 26 rêxistinên mafên mirovan ji ber biryara darvekirinê ya Pexşan Ezîziyê, rejîma Îranê şermezar kirin û xwestin biryara darvekirinê were betalkirin.    Li gorî agahiyên çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê, 26 rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji bo aktîvîst Pexşan Ezîzî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, daxuyaniyekî hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de bang li saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî hat kirin ku demildest li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, nerazîbûna xwe nîşan bidin û têkevin liv û tevgerê.    DERBARÊ BÛYERÊ DE   Di meha tebaxê ya 2024’an de çalakvan Pexşan Ezîzî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin. Piştre jî ji aliyê dadgeha Tehranê ve bi sedema tevlî şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ bûye, cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî hatibû birîn.