Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn 2024-09-10 13:29:06   AMED - Ji bo zarok Narîn Guran a piştî 19 rojan cenazeyê wê hatibû dîtin, bi pêşengtiya rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bi daxwaza “Ji bo Narînê edalet” şîn hate danîn.     Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezanê ya Amedê winda bû. Cenazeyê Guran 19 roj piştre di rûbarê gund de di tûrikekî de hate dîtin. Rêxistinên jinan û yên civaka sivîl ji bo Guran li Parka Koşuyoluyê ya Rezanê bi daxwaza “Ji bo Narînê edalet” şîn danîn. Kesên li parkê kom bûyîn pankartên “Ji bo Narînê edalet”, “Cînayetên zarokan polîtîk in”, “Destên xwe yên bixwîn li ser zarok û sewalan rakin” û wêneyê Guran hilgirtin. Polîsan hewl dan danînê şînê ya bi daxwaza “Ji bo Narînê edalet” asteng bikin.    Li ser vê yekê kesên li parkê kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo Narînê edalet” û “Bila destên ji bo Narînê rabûn bişikên” berz kirin. Piştî berxwedana jinan, polîs neçar man ku destûrê bidin.    Şîn dê heta saet 18.00’ê bidome û beşdar dê daxwaza “Ji bo Narînê edalet” biqîrin.