Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan 2024-09-10 14:26:24   AGIRÎ - Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Agiriyê di meşa ji bo mafê perwerdehiyê ya zimanê dayikê kirin de wiha gotin: “Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê weke pirsgirêkeke sed salan hêj berdewam dike.”   Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Agiriyê têkildarî sala perwerdehiyê ya 2024-2025’an ku duh dest pê kir, bi daxwaza “Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Endamên meclisa şaredariyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên Bajêr, hevşaredar, saziyên sivîl ên civakî û gelek welatî yên li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê hatin bahev, ber bi Dibistana Seretayî ya Şerîf Saraç ve meşiyan.    Girseyê di meşê de dirûşma “Zimanê me rûmeta me ye” berz kir. Çawa ku girseyê pankarta “Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî” vekir mudaxileyî wan kir. Girseya ku demekê çalakiya rûniştinê li dar xist pişt re jinûve dest bi meşê kir.    PIRSGIRÊKA SED SALAN    Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Ûmût Dogrûer ê li ber dibistanê metna çapemeniyê xwend, wiha got: “Divê tundî, zext, dijminatî, tunehesibandin, zayendperestî, cihekarî, nijadperestî, di nava perwerdehiyê de nebe. Divê perwerde zanistê, rexnekirin, wekhevî û azadîxwaziyê, serdestiya demokrasî û hiqûqê esas bigire. Ji ber vê yekê dema em li perwerdehiya sala 2024-2025’an dinêrin, mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayikê weke pirsgirêkeke sed salan hêj berdewam dike.”   Girseyê bi çepik û dirûşmeyan hate ber Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê û çalakî bi dawî kir.