Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin 2024-09-10 14:46:02       ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo lêkolînkirina mirina Narîn Guran pêşniyaznameya lêkolînê da Serokatiya Meclisê.    Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellû û Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo zelalkirin û lêkolînkirina mirina Narîn Guran, pêşniyaznameya lêkolînê da Serokatiya Meclisê. Serokwekîlan di pêşniyaznameyê de cih dan feqîriya zarokan, karkeriya zarokan, dûrkirina ji perwerdehiyê, jiyana bêewle, îstîsmar û mirina zarokan û hat destnîşankirin ku zarok bi van kiryaran re rû bi rû dimînin û bal kişandin ser mirina Narîn Guran.    Serokwekîlan di pêşniyaznameyê de da zanîn ku têkildarî kuştina Narînê gelek pirsên di hişê mirovan û raya giştî de bêbersiv hatine hiştin û hat xwestin rê li ber manîpulasyonê bê girtin. Serokwekîlan di pêşniyaznameyê de bal kişandin ser gotinên “malbat dostê me ye” yên parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû ya der barê malbata Guran de.    'ÇIMA TUÎK DANEYAN PARVE NAKE?'   Serokwekîlan di pêşniyaznameyê de diyar kir ku her roja ku diçe hejmara zarok û jinên ciwan ên winda dibin û tên windakirin zêde dibe û ev pirs kirin: “TUÎK û Wezareta Malbatan û Xizmeta Civakî çima ji sala 2016’an vir ve daneyên der barê windabûn û windakirina zarokan de parve nake?”    DAXWAZA AVAKIRINA KOMÎSYONÊ    Serokwekîlan di pêşniyaznameyê de xwest ku Meclis der barê mirina Narînê de Komîsyona Lêkolînê ava bike û lêkolîna kuştina wê bide destpêkirin.