Doza keçika êzidî hat taloqkirin 2024-09-10 14:59:24   ENQERE - Danişîna doza keçika êzidî ku DAIŞ’ê li ser înternetê wê dabû ber firotinê hat taloqkirin.    Keçika êzidî ku di sala 2017’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hate revandin û anîn Tirkiyeyê, li ser înternetê (dark web) dabûn ber firotinê. Danişîna 7’emîn a doza der barê keçika êzidî de li Dadgeha Enqereyê hat lidarxistin. Di sibata 2021’an de bi ser mala DAIŞ'ê ’a li Enqereyê ve hatibû girtin û ev keçika êzidî bi vî awayî derketibû holê.    Ji ber ku biryara veşarî danîne ser danişînê der barê naveroka danişînê de tu agahî nehatin bidestxistin. Danişîn taloqî 4’ê kanûnê hat kirin.    Endamê DAIŞ’ê Sabbah Ali Oruç ji firotina keçika êzidî tê darizandin. Ev DAIŞ’î li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin.