Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome 2024-09-10 15:05:32   ENQERE - Emîne Şenyaşar di roja 20’emîn a çalakiya xwe ya li Meclisê de daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.    Çalakiya Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê wê û du kurên wê hatin qetilkirin û kurekî wê jî hate girtin a li Meclisê di roja 20’emîn de berdewam dike. Di roja 20’emîn a çalakiyê de parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar, serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê kir.    Şenyaşar, diyar kir ku kesên ku komkujî pêk anîn hatin berdan lê kurê wê Fadil Şenyaşar bi awayekî neheq tê ragirtin. Şenyaşar, dubare kir ku heta hemû kujer bên cezakirin û kurê wê bê berdan dê çalakiya xwe berdewam bike.