Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin 2024-09-10 15:49:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Hewlêrê cezayê muebedê li kujerên endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun birî.   Dadgeha Hewlêrê cara çaremîn li ser dosyeya Denîz Cevdet Bulbun civiya, dadgehê cezayê muebedê li her du kujerên Bulbun birî. Lê heya niha jî kujerê sereke nehatiye girtin.    Di 18’ê îlona 2023’yan de Nûnerê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) yê Başûrê Kurdistanê, Denîz Cevdet Bulbun di êrişek çekdarî ya li ser avahiya KNK’ê ya li Hewlêrê de, hatibû qetilkirin.   Îro Dadgeha Hewlêrê cara çarem li ser dosyeya Bulbun civiya. Li gorî agahiyên parêzerên doza Bulbun, Hejar Kakeyî da Rojnewsê; li gorî yasaya hejmara 2’an a terorê ya sala 2014’an ya li Herêma Kurdistanê, cezayê mûebedê li her du kujeran hatiye birîn.   Parêzer Hejar da zanîn ku hîn jî kujerê sereke nehatiye binçavkirin.