Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da 2024-09-10 15:55:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Sara Dêldar di girtîgehek Îranê de ku nehatiye dermankirin, jiyana xwe ji dest da.   Li gor agahiyên ku li ser medyaya Îranê hatine belavkirin, girtiya siyasî Sara Dêldar a ku bi awayek birîndar di girtîgehê de dihat ragirtin, ji ber birîna wê nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Medyaya Îranê ragihand, girtiya siyasî ya bi navê Sara Dêldar ku di dema xwepêşandanên şoreşa “Jin jiyan azadî” de bi guleyê birîndar bûbû û di girtîgehê de dihat ragirtin, ji ber birîna wê nehat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.   Li gorî heman agahiyên hatine belavkirin, yek ji hevalên Sarayê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, gotiye ku ji ber rayedarên girtîgehê rê nedane birîna Sara bê derman kirin, rewşa wê xirabtir bûye û jiyana xwe ji dest daye.   Sara Dêldar wek çalakvanekê tev li xwepêşandanên şoreşa “Jin jiyan azadî” bûbû, piştre ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin û cezayê hepsê lê hatibû birîn. Her wiha di dema lêpirsînê de jî tundiya fîzîkî û derûnî lê hatiye kirin.