Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin 2024-09-10 16:28:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan ên rojhilatê Kurdistanê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji bo 16’ê îlonê banga greva giştî ya li Îranê kirin.    Salvegera duyemîn a Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin nêzîk dibe. Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan ên rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî ya li Îranê di 16’ê îlonê de kirin. Saziyên navborî têkildarî banga greva birçîbûnê daxuyaniyek belav kirin û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê tevî zext û tundiya rejîmê jî şoreşa wan daye destpêkirin têk neçe û jinan şoreşa herî modern a serdemê afirandin.    Di daxuyaniyê de bang li her kesî û saziyan hat kirin ku roja 16’ê îlonê ji malên xwe dernekevin û tev li çalakiya greva giştî ya li seranserî welat bibin.