Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin 2024-09-10 16:39:03   MÊRDÎN - Cenazeyê Selman Dagdelen (Piling Devran) ê li Çiyayê Bagokê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin. Hate diyarkirin ku cenazeyekî din jî li morgê tê sekinandin.    Li çoltera Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 1’ê îlonê de êrişa hewayî hatibû kirin û 2 kesên ku hatibû diyarkirin endamên HPG’ê ne jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên ku di rewşeke nayên nasîn de ne li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê tên ragirtin. Piştî hevgirtina DNA’yê ya hatiye kirin de hate zanîn ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest daye, endamê HPG’ê Selman Dagdelen (Piling Devran) e.    Li ser vê yekê malbata duh hatibû Mêrdînê, piştî karûbarên dozgeriyê duh derengî şevê cenaze wergirt. Cenazeyê ku malbatê bir navçeya Nisêbînê, derengî şevê gihişt Goristana Hecaceyê. Polîsên ku goristan dorpêç kirin, destûr da ku tenê ji ferdên malbatê dayik, bav û birayên Dagdelen tev li merasîma veşartina cenazeyî bibin.    DESTÛR NEDAN KU XWIŞKÊN WÎ TEV LI MERASÎMÊ BIBIN    Polîsan destûr nedan ku xwişkên Dagdelen, rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Li Dêrgûşa Şaristaniyê Windakirine re (MEBYA-DER) û welatî beşdarî merasîma veşartina cenazeyi bibin. Piştî ku cenaze hate veşartin, li mala malbatê ya li Nisêbînê şîn hate danîn.    CENAZEYEK JÎ LI MORGÊ TÊ SEKINANDIN    Hate zanîn ku cenazeyê din ê li morgê tê sekinandin aydê zilamekê ye û di encama bombebaranê bûye 5 parçe. Hate diyarkirin ku heke cenaze neyê teşhîskirin dê di rojên pêşiya me de li Goristana Bêkesan a li Goristana Bajêr a Kamor a li navçeya Artûklûyê bê veşartin.