‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’ 2024-09-10 16:47:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Colemêrg û Erziromê ji bo Narîn Guran daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ji bo Narîna 8 salî edaletê dixwazin. Em ê ji bo zarokan jiyanek azad û nû ava bikin.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgerên Jinên Azad (TJA) ji bo Narîn Guran a hat qetilkirin li navçeya Qereçobana Erziromê, navçeya Gevera Colemêrgê û li navenda Comêrgê daxuyanî dan çapemeniyê.    ERZIROM   Di daxuyaniya Qereçobanê de gelek kes, rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê yên bajar û navçeyan, aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Erziromê Ramazan Karakaş metna daxuyaniyê xwend.   Karakaş anî ziman nedîtina Narînê lewaziya dewlet û desthilatdariyê nîşan dide û got: “Mirina Narîna 8 salî ne bûyera yekem e, li gundê ku her kes hev nas dike, qetilkirineke organîzekirî ye.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   COLEMÊRG   Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê û Rêxistina Navçeya Geverê ji bo NarînÊ daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek welatî û endamên partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li navenda sûkê ya Colemêrgê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Destên xwe yên qirêj, ji ser jiyana zarokan rakin" hat vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut daxuyanî xwend.     Armût da zanîn ku nedîtina cenazeyê Narînê îspata lewazî û bêberpirsiyariya hikûmet û rayedaran a di vê mijarê de ye û destnîşan kir ku mirina Narîna 8 salî ne bi vî rengî ye.  Armût diyar kir ku qetilkirina Narînê bi awayekî zelal nîşan dide ku bi çi awayî bi hêsanî sûcên li dijî zarokan tên kirin û wiha got: “Polîtîkayên bêcezakirinê yên rejîma AKP-MHP’ê ku dijminatiya jin û zarokan dike û sûcdaran diparêze, tundiyê asayî dike. Ji ber vê yekê jî Narîn di encama polîtîkayên bêcezakirinê yên bloka desthilatdar a ku sûcdaran û zîhniyeta serdest a mêr diparêze de hat qetilkirin."     Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên "Destên dirêjî Narînê bûn bila bişkên" û "Jin, Jiyan Azadî" bi dawî bû.   GEVER   Li Geverê jî li ber Navenda Navenda Danûstandinê ya Zagrosê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê endamên partiyê bi berzkirina dirûşma "Ji Narînê re edalet, ji her kesî re edalet" ji avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Navçeyê heta qada ku wê daxuyanî bê dayîn meşiyan. Gelek welatiyên derdorê bi çepikan piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em bang li dewletê dikin, em ê hesab bipirsin" hat vekirin. Hevşaredarên Geverê, endamên Meclisa Şaredariyê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li vir ji aliyê endama Meclisa Şaredariya Geverê ya DEM Partiyê Ayşe Polat ve hat xwendin.    Polat diyar kir ku heta ji bo Narîn û hemû zarokan  jiyaneke wekhev û azad ava bikin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên belavkirin heta dawiyê têbikoşin. Em ji bo li aqûbeta gelek zarokên weke Narîn, Ûgûr, Ceylan û Leylayê bipirsin li vir in. Ji bo dîtin û cezakirina failên Narîn Guran divê demildest lêpirsînek bi bandor û zelal bê kirin. Pêwîste hemû pirs û guman bên ronîkirin."    Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtinê û berzkirina dirûşmeya “Ji Narînê re edalet, ji her kesî re edalet” bi dawî bû.