Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê 2024-09-10 17:04:49   ŞIRNEX - Li navçeya Cîzirê zarokê 18 mehî Mehmet Aytûn ji ber fîşeka xaza îsotê ya leşkeran avêtiye jiyana xwe ji dest da. 15 sal piştî bûyerê biryara keşifkirina cihê bûyherê hate dayîn.    Li navçeya Cizîra Şirnexê di sala 2009’an de dema leşkeran mudaxile li çalakiyekê protestoyê kiribûn xaza îsotê avêtibûn û zarokê 18 mehî Mehmet Ûytûn ê fîşeka xaza îsotê jê girtiye jiyana xwe ji dest da. Derbarê bersûcê dozê Hakan Alkan de bi sûcdariya “bi qezayê sedembûna kuştinê” 3 sal 4 meh cezayê hefsê lê hate birîn û ceza hate xerakirin. Bi xerakirina ceza, darizandin li Dadgeha 1’emîn a Cezayê Asliyeya Cizîrê hat lidarxistin. Tevî dê û bav, parêzerên şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî di darizandinê de hazir bûn. Leşkerê bersûc Hakan Alkan ê cezayê wî ji ber “lêkolîna kêm” ji hêla Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê ve hatiye xerakirin, tev li danişînê nebû.    ‘BI QESTA KUŞT’   Bav Tûran Ûytûn ê mafê axaftinê stendiye, destnîşan kir ku kurê wî bi hedefgirtinê hatiye kuştin û wiha got: “Bi qesta zarokê min kuşt. Ev bûyer pêşberî çavê her kesê pêk hat. Em dixwazin were cezakirin.”    GIRTINA BERSÛC HATE XWESTIN   Parêzerê malbatê Yakûp Guven diyar kir ku xerakirina biryara dozê girîng e û destnîşan kir ku keşifkrina li cihê bûyerê dê bûyerê zelaltir bike . Guven daxwaza keşifkirina cihê bûyerê ya dadgeh beriya niha red kiribû dubare kir û ji bo pêvajo bi awayekî tenduristî were meşandin û delîl werin komkirin, daxwaza girtina leşkerê bersûc Alkan kir.    Parêzerê bersûc bi ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû û redkirina daxwaza girtinê xwest.    Dozger xwest daxwazên girtin û keşifkirinê yên parêzer werin redkirin.    DADGEH PIŞTÎ 15 SALAN DAXWAZA KEŞIFKIRINÊ QEBÛL KIR   Dadgeh daxwaza girtina bersûc red kir û ji bo bûyer were zindîkirin ji Fermandariya Tûgaya Zirxî ya Fermandariya Hêzên Bejahiyê re biryara nivîsandina muzekkereyê da. Dadgeh di biryarê de xwest ku roja keşifê ji dadgehê re û biryara muzekkereyê jî ji parêzer û kesê tê darizandin re were gotin.    Dadgeh danişînê taloqî 24’ê kanûnê kir.