Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin 2024-09-10 21:38:42   AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê xwişka Narîn Guran, Tulîn Guran ya di 2019’an de jiyana xwe ji dest daye lêpirsîn da destpêkirin.   Der barê mirina biguman a xwişka Narîn Guran ya li gundê Çulî ya Rezan a Amedê di 21’ê Tebaxê de winda bibû û 19 roj şûnde mirî hatibû dîtin, Tulîn Guran de lêpirsîn hat detspêkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku lêpirsîna Narîn Guran dimeşand, der barê xwişka wê ya di 2019’an de bi guman jiyana xwe ji dest daye lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriyê ji Nexweşxaneya Zarokan a Amedê der barê lêpirsînê de belge xwest.