Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin 2024-09-10 22:34:34   AMED – Nevzat Bahtiyarê ku got wî cenazeyê Narîn Guranê xistiye çem, hat girtin.    Îfadeya Nevzat Bahtiyarê ku hot wî cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê Rezan a Amedê xistiye çem, li dozgeriyê temam bû.   Bahtiyar piştî 5 saetên li dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê ve bi sûcê "kuştina bi qesdî ya zarokekê" hat girtin.