ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-09-11 09:00:18   * Orhan Işik diyar kir ku Înîsiyatîfa Li Dijî Tecrîdê Edalet xebateke di ser sazî û dezgehan re ye û got: "Birêz Ocalan êdî xwedî nasnameyeke navneteweyî ye ku sînorên Rojhilata Navîn derbas kiriye. Înîsiyatîf, ji cihekî wiha dest pê kir û heta tecrîd rabe em ê têkoşînê bidomînin."   * Sînan Sutpak ku zêdetirî 31 salan di girtîgehê de ma diyar kir ku ji ber xwedîderketina li nasname û zimanê xwe, xwestin wî ceza bikin. Sutpak, wiha got: “Ji bo teslîmgirtina vîna girtiyan, gelek zordestiyan dikin. Vê yekê di heman demê de bi xwe re berxwedan afirand.”    * Di lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan de 4 sal in biryara "nepenîtiyê" nehatiye rakirin. Parêzer Hamît Koçak got: "Mekanîzmayeke dewletê ya ku sûcdaran diparêze heye."   * Salvegera qetilkirina Jîna Emînî û berxwedana piştî wê dest pê kir nêzîk dibe. Şîlan Haşimî ya ku di berxwedana “Jin jiyan azadî” de çavek wê kor bû got: “Çavê min î din jî kor bibe, ez ê di 16’ê îlonê de li kolanan bim.”    * Endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat diyar kir ku polîtîkaya dîzaynkirina jiyana jinan a îktîdarê dibe sedem ku qetilkirina jinan zêdetir bibe û wiha got: “Weke rêxistinên jinan divê em xeleka xweparastinê bêhtir mezin bikin û têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin.”    * Ji Platforma Malbatên li Pey Edaletê parêzer Eren Can ji bo dayik û bavê xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane têkoşîna edaletê dimeşîne. Can, diyar kir ku îdianame û rapora pisporan ev 19 meh in nehatiye amadekirin û bertek nîşan da.   * Bi hatina demsala payîzê re li Herêma Botanê berhevkirina çilo jî dest pê kir. Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber birîna daran a li herêmê dara çilo (beruyê) jî tune dibe û bi vê yekê re çavkaniya debarê jî xelas dibe.   * Rêya gundê Qurçikê yê navçeya Gimgimê zivistanê di nava heriyê de û havînan jî di nava tozê de ye. Li gund 150 xanî hene lê binkeya tenduristiyê nîn e, nexweş heya cihekî bi wesayîtê diçin piştre bi hespan tên û diçin.   * Mohsen Ezîmî ku şanoya "Jenosîd" a li ser trajediya malbateke ji Komkujiya Helebçeyê rizgar bûye nivîsî, diyar kir ku wî di lîstikên xwe de hewl daye êşên civakî ragihîne gelên din.    * Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin diyar kir ku îfadeya “Misogerkirina mafên gelê kurd” a di rêziknameya wan de weke sûc hatiye dîtin û wiha bertek nîşan da: “Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin û li dijî vê hewceye em têkoşîna yekbûyî birêxistin bikin.”   * Li Edeneyê ji bo tev li daxuyaniya li dijî xespa îradeyê ya Wanê bûn derbarê 7 kesên ku polîsan êrişî wan kirin de lêpirsîn hate destpêkirin. Balkêş e ku derbarê yek ji van kesan rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê Ahmet Akdogan de bi hinceta dirûşma “AKP ya kujer û diz” lêpirsîn hate destpêkirin.    * Geşedanên der barê lêpirsîna kuştina Narîn Guran de dê werin şopandin. (10.00-20.00)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê dê berdewam bike. (13.00-17.00)   * Komeleya ziman ARÎ DER a Êlihê têkildarî sala nû ya perwerdehiyê û hîndekariyê dê li ber Parka Yilmaz Guney daxuyanî bide. (17.30)