Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn 2024-09-11 09:38:33 EDENE - Li Edeneyê ji bo tev li daxuyaniya li dijî xespa îradeyê ya Wanê bûn derbarê 7 kesên ku polîsan êrişî wan kirin de lêpirsîn hate destpêkirin. Balkêş e ku derbarê yek ji van kesan rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê Ahmet Akdogan de bi hinceta dirûşma “AKP ya kujer û diz” lêpirsîn hate destpêkirin.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 2’yê nîsana 2024’an de li dijî xespa îradeyê ya li Wanê daxuyaniyek li dar xistibû. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê têkildarî daxuyaniyê lêpirsîn dabû destpêkirin.    Dozgeriyê bi hinceta berzkirina dirûşma “AKP ya kujer û diz” derbarê rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê de bi îdiaya “Berê gel didin hev û biçûkxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di heman çalakiyê de polîsan êrişî partiyiyan û welatiyan kiribû û ev yek ji aliyê dozgeriyê ve hate paşguhkirin. Akdogan di çarçoveya lêpirsînê de di 9’ê îlonê de li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê îfade da.    ‘TUNDÎ LI ME HATE KIRIN DERBARÊ ME DE LÊPIRSÎN TÊ DESTPÊKIRIN’      Akdogan ê tişta pê tê sûcdarkirin qebûl nekir, diyar kir ku kesê ku di dîmenê de nîşanî wî dan ew e û dirûşma “AKP ya kujer û diz” berz nekiriye.    Akdogan ê bertek nîşanî lêpirsînê da, diyar kir ku ji bo bertek nîşanî hewldana xespkirina îradeya gelê Wanê dane polîsan tundî li wan kirine û anî ziman ku ne derbarê polîsên tundî li wan kirine de derbarê kesên bertek nîşandan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Akdogan, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên zext û çewisandinê yên wiha dê têkoşîna xwe ya mafdar û demokratîk bidomînin.    Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya heman bûyerê de bi giliya polîsan di 4’ê nîsana 2024’an de derbarê 6 kesan de bi îdiaya “ji bo peywîrê pê nedin kirin li ber xwe dane” lêpirsîn dabûn destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de her 6 kesan li midûriyeta polîsan îfade da.    GILIYÊ POLÎSAN KIRIN    Polîsan ji 6 kesan re ev pirs pirsîn: “Hûn tev li çalakiyê bûn, we di çalakiyê de dirûşm berzkirin, çalakî kê organîze kir, tevî hişyariyên peywîrdarên ewlehiyê hûn çima belav nebûn, we bi pêhn lêdanê, bi lêdana darên alên di destê xwe de, bi lêdana kulman û bi dijderketinê peywîra hêzên ewlehiyê asteng kirin?” Welatiyan sûcdarî qebûl nekirin û giliyê polîsên ku tundî li wan kirin kirin.     ÇI QEWIMÎ BÛ?    Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê di 2’yê nîsana 2024’an li Parka Înonuyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî xespa îradeyê ya li Wanê da. Piştî daxuyaniyê polîsan pêşî li welatiyên ku bi berzkirina dirûşmeyan vedigeriyan avahiya DEM Partiya Edeneyê girtin û ew derb kirin. Tevî astengiyê jî welatî heta avahiya partiyê meşiyan, vê carê jî polîsan bi fîşekên plastîk êriş kirin. Polîsên sivîl û çevîk welatî pêhn li polîsan dan û heqaret li welatiyan kirin. Di dema mudaxileyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ji serê xwe birîndar bû û gelek kesên din jî birîndar bûn.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen