Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin' 2024-09-11 10:06:17   WAN - Di lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan de 4 sal in biryara "nepenîtiyê" nehatiye rakirin. Parêzer Hamît Koçak got: "Mekanîzmayeke dewletê ya ku sûcdaran diparêze heye."   Li navçeya Şaxê ya Wanê 2 gundî ji helîkopterê hatibûn avêtin. 4 sal di ser bûyerê re derbas bûn. Leşkerên ku derketibûn operasyonê di 11'ê Îlona 2020'î de bavê 7 zarokan Servet Tûrgût (55) û bavê 8 zarokan Osman Şîban (50) binçav kiribûn. Piştî bûyerê bi 2 rojan hat hînbûn ku Tûrgût û Şiban di beşa lênêrînê ya giran a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê de ne.   CEZA LI ŞÎBAN HAT BIRÎN   Ji gundiyên ku hat diyarkirin ji helîkopterê hatine avêtin Tûrgût, di 30'yê Îlona 2020'î de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Osman Şiban jî demeke dirêjhatibû dermankirin. Piştî bûyerê der barê Şiban û rojnamegerên ku bûyerê şopandin de doz hatibû vekirin. Li Şiban di 11'ê Nîsana 2023'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû birin. 4 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê ku bûyerê ragihanadibûn raya giştî jî, di 9’ê Cotmeha heman salê de hatibûn girtin. Rojnamegerên ku salekê girtî man, di doza ku dihatin darizandin de beraat kiribûn.   Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan jî hê wekî berê ye. Di çarçoveya lêpirsînê de tenê îfadeyên leşkeran hatine girtin.      Di îfadeyên ku MA xwe gihand wan de, derketibû holê ku têkildarî bûyerê şandeyek hatiye avakirin û îfadeya 40 leşkerên derketibûn perasyonê hatiye girtin. Leşkeran di îfadeya xwe de diyar kiribû ku Şîban û Turgut bi saxlemî li helîkopterê hatine siwarkirin, lê berî ku helîkopter dakeve pîstê ew avêtine nava bi sedan leşkerî û hatine lînçkirin.    Parêzer Hamît Koçak   Tevî ku 4 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî biryara "nepenîtiyê" ya li ser dosyeya lêpirsînê nehatiye rakirin. Di vê pêvajoyê de 4 dozgerên ku li dosyeya lêpirsînê mêze dikirin hatin guhertin. Ji serlêdanên parêzeran ên li dijî biryara "nepenîtiyê" tu encam nehatiye girtin.   BIRYARA 'NEPENÎTIYÊ' DIDOME   Parêzerê gundiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin Hamît Koçak diyar kir ku ji ber biryara "nepenîtiyê" ew nizanin dosya di kîjan astê de ye. Koçak anî ziman ku tevî ku her hefte serî li dozgeriyê dide jî heya niha agahiyek bi dest nexistiye û wiha got: "Lêpirsîn bi dizî tê kirin. Lêpirsîneke fermî heye, lê di rastiyê de tiştek nayê kirin. Ji ber ku dewlet bi xwe lêpirsînê nake. Bûyerek di nava dewletê de ye. Lewma ez ne li bendê me ku ev bûyer bi hemû hûrgiliyên xwe eşkere bibe. Ev bûyer bûyereke siyasî ye û bi serê kurdekî de hatiye û dewlet naxwaze 'sicîla' xwe xera bike."   Koçak diyar kir ku ji bo darizandineke bibandor pêk nehatiye dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    Koçak bal kişand ku 2 gundî di binçavan de rastî îşkenceyên giran hatine û wiha got: "Derbkirin di destpêka bûyerê de dest pê dike û di helîkopterê de dewam dike. Li vir rewşeke birêxistinkirî heye. Dema 2 gundî tên girtin û cendirme wan bi helîkopterê tînin, li jêrê bi sedan leşker kom dibin û wan ji helîkopterê davêjin nava leşkeran û lînçkirin dest pê dike."   Koçak got: "Mekanîzmayeke dewletê ya ku sûcdaran diparêze heye."   Koçak diyar kir ku dixwazin di hemû serlêdanan de bûyer bê ronîkirin û got ku di dosyeyê de "mudaxaleya siyasî" heye. Koçak got: "Daxuyaniyên Suleyman Soylu hebûn. Dîsa fermandarê ku operasyonê bi rê ve bir, hat pêşiya ATK'ê ya otopsiyê lê hat kirin. Me ji dozger pirsî, lê got ku agahiya wan jê tüne ye. Ew kes ne ji bo çavtirsandinê be çima tên wir? Wer xuya ye fermandar ji wê çaxê ve nexwestiye sûcdar eşkere bibin."    Koçak diyar kir ku Servet Tûrgût û malbata wî hê jî di travmaya bûyerê de ne û wiha got: "Rewşa malbata Şenyaşar li ber çavan e. Bi salan e li ber xwe didin, lê negihaştine encamekê. Gelek bûyer hene ku dewlet di nav de ye, lê eşkere nabin. Ger ev dewlet dewleta hiqûqê be, divê van bûyeran zelal bike. Ji ber van bûyeran malbat û kurd ji hesta aîdiyetê dûr dikevin. Em dizanin wê di dawiyê de biryara neşopandinê bê dayîn an jî kesek du kes bên darizandin. Axirê wê dosye bê girtin. Hemû pêvajo vî tiştî nîşan didin."   MA / Adnan Bîlen