Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye 2024-09-11 10:38:19   AMED - Bi ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn û yek ji şahid û mexdûrên darbeyê Huseyîn Bariş wiha got: “Îktîdar diguherin lê heman zîhniyet e.”    Bi ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an ku yek ji serdemên herî tarî ya Tirkiyeyê ye re 44 sal derbas bûn. Serfermandarê Giştî yê Artêşê yê demê Kenan Evren serkêşiya darbeyê kir û rêveberiya awarte ragihand. Di serî de partiyên siyasî û sendîka, bi hezaran rêxistinên civaka sivîl hatin girtin. Di pêvajoya darbeyê de milyonek û 638 kes xistin lîsteyê, di Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de 210 hezar doz hatin vekirin, 230 hezar kes hatin darizandin. Di dozan de 7 hezar kes bi cezayê îdamê hatin darizandin û ji van 50 jê hatin bidarvekirin. Di wê serdemê de hate belgekirin ku di îşkenceyên li girtîgeh û navendên binçavkirinan de 300 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û 171 kes jî ji ber îşkenceyê hatin qetilkirin.    Yek ji cihên darbeyê herî zêde bandora xwe lê kirî jî girtîgeh bûn. Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê, veguherandin navenda îşkenceya sîstematîk a îşkenceyan. Ji bo tirsandina girtiyan, Serpel Esat Oktay ku li Qibrisê sûcên li dijî mirovahiyê kiribûn anîn rêveberiya girtîgehê. Ji ber îşkenceyên di vê serdemê de hatine kirin, Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê kete lîsteya “10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê.” Li dijî îşkenceyên sîstematîk ên şahidên wê demê vegotin û îşkenceyên dermirovî, berxwedanek jî pêş ket. Berxwedana ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan da destpêkirin, bi berxwedana Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku di 17’ê gulana 1982’yan de xwe şewitandin domiya. Berxwedan, bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya bi pêşengtiya kadroyên pêşeng ên PKK’ê M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatiye destpêkirin derket lûtkeyê.    Huseyîn Bariş   Rêveberê Komeleya Piştevaniya bi 78’an re û Lêkolînê Huseyîn Bariş ku wê demê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dihat ragirtin û bûbû şahidê berxwedanê, qala wê serdemê kir. Bariş, di 16’ê gulana 1981’ê de li Nisêbîn a Mêrdînê hate binçavkirin. Du mehan di îşkenceyê de ma û di 13’ê tîrmeha 1981’ê de birin Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê. Li girtîgehê bi îşkenceyê birin hucreyê û 17-18 rojan di hucreyê de ma. Piştre jî birin qawîşa 32’yemîn a E Bloqê.    'BINGEHA DARBEYÊ AMADE KIRIN’   Bariş, wiha qala pêvajoya darbeyê û ya Girtîgeha Hejmar 5’ê kir: “Pêvajoya ber bi darbeyê ve ne tiştekî rashatî bû. Biryareke ku 5 general hatibin gel hev û dabin tune bû. Wê demê jî mîna niha Tirkiye di nava krîzeke cidî ya siyasî, aborî û civakî de bû. Beriya darbeyê li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî hebûn. Mîna niha, nedihiştin tu kes tiştekî bike. Nedihiştin kesek biacive. Ji her alî ve zextekî sîstematîk hebû. Şaredarê Meletiyê hate kuştin. Ji bo darbeyê bingehek hate amadekirin û di 12’ê îlonê de darbe kirin. Piştî darbeyê, qanûn, meclis, hiqûq her tiştek fesh kirin. Sedema vê jî ew bû ku pergala xwe ava bikin û Tirkiyeyê li gorî daxwaza xwe birêve bibin. Wê demê destûra bingehîn, qanûn dan sekinandin û dest bi girtinan kirin. Wê demê îşkence hatin kirin, binçavkirin, girtin hebûn. Anku wê demê fermanek hate mohrkirin. Heq an jî neheq berê xwe dan her kesekî.”   3 SALAN BÊNAVBER ÎŞKENCE KIRIN   Bi domdarî Bariş anî ziman ku bi darbeyê re li dijî hemû dînamîkên civakê operasyoneke mezin hatiye kirin û hemû girtîgeh hatine tijekirin. Bariş, destnîşan kir ku girtin û binçavkirin heta sala 1981’ê berdewam kirin û wiha pê de çû: “Ez di gulana 1981’ê de hatim girtin. Di tîrmehê de anîn Girtîgeha Hejmar 5’ê. Ew der cihekî taybet bû. Me derheqê girtîgehên Çîn û Îranê de dixwend û me bihîstibûn lê belê tiştên li Amedê dihatin kirin pir cuda bûn. Her cureyên sepanên ku rûmeta mirov qebûl nake di meriyetê de bûn. Jixwe bi mehan îşkence kiribûn û piştre jî anîn vê girtîgehê. Dema mirov dianîn wê girtîgehê, digotin; ‘Xwezî ez 6 mehên din jî di îşkenceyê de bûma lê ne anîbûna vê zindanê.’ Ji destpêkê heta dawiyê yek kêliya bêyî komkujî û îşkenceyê tune bû. Derî 24 saetan vekirî bûn û qêriyên mirovan li girtîgehê olan didan. Esat Oktay û ekîba wî 3 salan bênavber li wir îşkence kirin. Hinek kes hatin qetilkirin û hinek jî seqet man. Zindana Amedê hêj jî di rojevê de ye ji ber ku lehengên wê derê têkoşîneke mezin derxistin holê.”    'ÎRADEYEKE PIR MEZIN A SERÎ NEDITEWAND HEBÛ’    Bariş, got ku li dijî teslîmiyet û xiyaneta dihat ferzkirin, şahidiya berxwedaneke pir mezin kiriye û ev tişt anî ziman: “Îrade û têkoşîneke ku pergalê red dike û serî natewîne hate raberkirin. Rojiya Mirinê hate girtin, Mazlum Dogan jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî 66 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî van êriş û îşkenceyan jî serî nehat tewandin û berxwedaneke mînak hate raberkirin. Bi sedan mirov rûs û tazî dikirin. Ji serê sibehê saet 05.00’ê heta tariya êvarê sirûdên leşkerî didan guhdarîkirin. Em tevek dixistin rêzê û serê me dixistin kanalîzasyonê de. Sedema van tevan jî ew bû ku sîxûrtî û teslîmiyet nedihatin qebûlkirin. Di 12’ê Îlonê de bedelên mezin hatin dayin. Lê îro li ser vê xakê têkoşîna demokrasiyê tê meşandin.”    ÎNKARA LI DIJÎ KURDAN DIDOME   Bariş, anî ziman ku tevî bi ser re 44 sal derbasbûne jî hêj zîhniyeta wê serdemê neguheriye û axaftina xwe wiha qedand: “Yên hilbijartî diguherin lê zîhniyet heman zîhniyet e. Zext û înkara li dijî kurdan didome. Zêdetirî 100 sal in hebûn, ziman û çanda kurdan qebûl nakin. Neheqî bingeha xwe ji vir digire. Ditirsin. Ji ber ku dizanin li holê xespek heye. Di vir de pirsgirêkek heye û divê were çareserkirin. Bi milyonan kes tune tên hesibandin. Lewma heke hikûmet vê zîhniyeta şer bidomîne jî pêdivî bi çareseriyê heye. Heke civak weke dost bê dîtin ev pirsgirêk dê were çareserkirin. Li dijî vê hewcehî bi têkoşîneke demokratîk heye. Divê civak xwedî li xwe derkeve. Divê em tevek ji bo vê qaneh bibin.”