Ceza dan girtiyên govend gerandin 2024-09-11 11:15:42   RIHA - Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine, cezayên disiplînê dan li 10 girtiyên siyasî.    Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine, cezayên disiplînê dan li 10 girtiyên siyasî. Lijneya Disiplînê ya Îdareyê bi hinceta “Belasebep stran gotine” derheqê girtiyên siyasî de lêpirsîn da destpêkirin. Girtiyan jî îfade dan û gotin ku gerandina govendê qedexe nîne. Lijneya disiplînê bi îdiaya “di stranan de peyva Kurdistanê derbas dibe” cezayê mehekê bêparhiştina ji mafê agahîgirtin û bikaranîna amûrên ragihandinê û qedexeya hevdîtinan da 10 girtiyan.     Girtiyan bi rêya parêzerên xwe li Dadgeriya Înfazê ya Rihayê îtîraz kirin.    Di heman demê de girtiyên bi navên Îsmaîl Kaplan û Ahmet Yilmaz bêyî agahiya malbatan sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê hatin kirin.