Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin 2024-09-11 11:24:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Çarçoveya Koordînasyona Şîe destnîşan kir ku ew “Mutabaqata Ewlehiyê” ya bi Tirkiyeyê re dikin û xwest Tirkiye ji bo ji Iraqê derkeve nexşerêyekî diyar bike.    Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê duh Çavkaniya Koordînasyona Şîyean bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz civiya û li dijî ‘lihevkirina îstixbaratî û ewlekariyê’ ya di navbera dewleta Tirkiye û Iraqê de daxuyaniyek weşand. Çarçoveya Koordînasyona ya Şîeyan li dijî ‘lihevkirina îstixbarat û ewlekariyê’ ya di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de wiha got; “Em bi tu awayî rê nadin ku navendên ewlekariyê li nav sînorê Iraqê bên vekirin. Divê ji bo vekişîna Tirkiyeyê ya ji nav axa Iraqê nexşereyek were diyarkirin.”   Di daxuyaniya Çarçoveya Koordînasyona Şîeyan de hat gotin ku “Em rê nadin metnekî lihevkirinê ji bo leşkerên ne şer-î yên dewleta Tirk re li nav axa Iraqê bibe sîwanek.” Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de tekezî bi pêwîstiya parastina serweriya xaka Iraqê heye û nehiştina tu desthilatekî derve ku zererê bide ewlekariya netewî ya Iraqê pêwîst e.   PEYMAN DERVEYÎ HIQÛQÎ YE   Çarçoveya Koordînasyonê tekezî li ser wê yekê kir ku divê ew lihevkirin li ser esasê rêzgirtina mafên Iraq û xaka wê be û ji bo vekişîna tevahiya artêşa Tirkiyeyê ya ji Iraqê demnameyek were danîn û wiha hate gotin; “Rêveberên Çarçoveya Koordînasyona avakirina navendeke ewlehiyê di nav sînorên Iraqê de û hebûna deverên di bin kontrola hêzên dewleta Tirk a dagirker û qirker de bi tundî red dikin.”   Her wisa di civînê de tekezî bi metirsiyên wê lihevkirina du alî ya di navbera Tirkiye û Iraqê de li ser ewlekariya Iraqê kirin û daxwaz kirin ku temînata ji bo parastina berjewendiyên Iraqê bên dayîn.   Çarçoveya Koordînasyonê bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo misogerkirina berjewendiyên Iraqê di lihevkirinên li gel welatên cîran de gavên cidî bavêje û pêwîst dît ku di ‘lihevkirina ewlekariyê’ de leşkerên Tirkiyeyê li gorî biryarên dadweriya Iraqê bin.   Her wisa rêveberên Çarçoveya Koordînasyona Şîeyan di civînê de bal kişandin ser vê yekê ku ew nahêlin ev lihevkirine ji bo leşkerên Tirkiyeyê bibe sêwanek û wiha hate gotin; “Divê metna lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyeyê de wê zelal be û rê nedin ku ew lihevkirin bibe sîwanek ji bo hebûna leşkerî ya neqanûnî yên artêşa Tirk li Iraqê.”