DEM Partî: Mafê perwerdehiyê yê astengdaran tê binpêkirin 2024-09-11 11:38:46   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî, destnîşan kir ku mafê astengdaran ê li dibistanê bi awayekî sîstematîk di bin rîskê de ye û xwest pêkanînên cihekar bên bidawîkirin.    Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hatîce Betul Çelebî têkildarî binpêkirinên mafê astengdaran ên li qada perwerdehiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi serenavê “Mafê perwerdeyê yê astengdaran bi mûfredat û personelên saxlem tê binpêkirin” de hat ragihandin ku ji bo astengdar di sala nû ya perwerdeyê de xwe bigihînin qadên perwerdeyê, divê şert û merc bên afirandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mafê perwerdehiyê yê astengdaran bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin û hate xwestin ku pêkanînên cihekar bên bidawîkirin.