Lêpirsîna Narîn Guran: Meleyê gund hat berdan, 22 kes di binçavan de ne 2024-09-11 11:40:02   AMED - Meleyê gundê Çûlî yê di çarçoveya lêpirsîna der barê kuştina Narîn Guran de hatibû binçavkirin, piştî îfade da hat berdan.    Lêpirsîna der barê kuştina Narîn Guran a li gundê Çûlî ya bi ser navçeya Rezana Amedê ve berdewam dike. Meleyê gund ê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, piştî fade da qereqolê hat berdan.    Di lêpirsîna der barê Narînê de gumanbarê cînayetê Salîm Guran di 2’yê îlonê de hatibû girtin. Dayik û bavê Narînê, Yuksel û Arîf Guran jî di nav de 24 kes di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin. Duh jî gumanbarê cînayetê Nevzat Bahtiyar ku dibêje alîkariya Salîm Guran kiriye hat girtin.     Bi berdana mele û girtina Nevzat Bahtiyar re hejmara binçavkiriyan ma 22 kes.    DEMA BINÇAVKIRINÊ HAT DIRÊJKIRIN    Dihat payîn ku 22 gumanbarên di binçavan de îro sewqî Edliyeya Amedê bên kirin. Lê hat zanîn ku dema binçavkirinê ya 22 gumanbaran 24 saet hatiye dirêjkirin û dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin.