Gelek derdoran piştgirî dan greva giştî ya li Rojhilat 2024-09-11 12:20:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek derdoran ji bo greva giştî ya bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî hatiye destpêkirin peyamên piştgiriyê dan.  Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û aktîvîstên mafên mirovan ên rojhilatê Kurdistanê ji bo greva giştî ya ku dê bi boneya 2’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de di 16’ê îlonê de bê lidarxistin, bang kirin. Gelek rêxistin û civatan di daxuyaniyan de gotin ku dê tev li grevê bibin û banga mezinkirina grevê kirin.    Di daxuyaniya Dayikên Edaletê yên Kurdistanê de wiha hate gotin: “16’ê Îlonê roja salvegera şehadeta Jîna Emînî ye û destpêka şoreşa mezin a ku zarokên me ji bo wê canê xwe feda kirî ye. Di erefeya salvegera duyemîn a şehadeta gelê kurd û destpêka şoreşa me de em piştgiriyê didin banga grevê ya aktîvîstên sivîl ên kurd û em bang li hemû malbatan dikin ku hev hembêz bikin û biçin serdana gorên hezkiriyên xwe. Em ji gelê Kurdistanê dixwazin ku di 16’ê îlonê de ji malên xwe dernekevin, neçin kar û kargeh û dikanên xwe bigirin.”    20 RÊXISTINAN PIŞTGIRÎ DAN   20 rêxistinên civaka sivîl jî bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku dê piştgiriyê bidin çalakiyê. Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: “Ji roja qetilkirina Jîna Emînî heta niha li Rojhilat û Îranê di asta herî jor de binpêkirinên mafên mirovan tên kirin. Girtiyên keyfî, îşkence, înfaz û zexta sîstematîk êdî bûn sepanên jirêzê yên teşkîlata ewlehiyê ya hikûmeta Îranê. Tevî ku qada navneteweyî şermezar dike jî rayedarên Îranê zexteke xedar li dijî gelê kurd û muxalîfan dike. Li dijî vê rewşê hewcehî bi çalakî û seknekî hevpar heye! Aktîvîstên mafên mirovan û sivîlan ên li welêt, di erefeya sûîqesta li dijî Jînayê de ragihandin ku dê di 16’ê îlona 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî li dar bixin û banga tevlibûnê kirin. Em jî weke rêxistinên sivîl û mafên mirovan ên navên wan li jêr, piştgiriya xwe ya bi vê bangawaziyê re radigihînin. Banga me ji bo tevahiya derdorên civakî yên li Kurdistan û Îranê dikin ku tev li vê çalakiya grevê ya sivîl û aştiyane bibin. Her wiha banga me ji bo civaka navneteweyî ew e ku bêhtir bala xwe bidin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kurdên li Îranê.”